Bavê Hakan Arslan: Heke gelê me tev li Mîhrîcana Sûrê bibe wê ev carek din me bikuje 2022-10-01 09:04:33   AMED - Alî Riza Arslan ku piştî 7 salan cenazeyê lawê wî di kîsekî de radestî wî hatibû kirin, tekildarî Mihrîcana Sûrê ku dê were lidarxistin anî ziman ku ew vê mihrîcanê qebûl nakin û got: “Heke gelê me tev li vê mihrîcanê bibe wê heqaretê li me bike û me bikuje.”   Wezareta Çand û Turîzmê dê di 8-16’ê cotmehê de li navçeya Sûra Amedê ‘mihrîcanekê’ li dar bixe. Di sala 2015’an de di qedexeya derketina derve ya li navçeya Sûrê de ji 80 kesan zêdetir mirovan jiyana xwe ji dest dan. Serokwezirê wê demê û Serokê Partiya Peşerojê yê niha Ahmet Davûtoglû jî piştî qedexeya li taxên navçeya Sûrê gotibû, "Em dê vir bikin Toledo". Li Sûrê gelek avahiyên dîrokî hatin hilweşandin û avahiyên wekî girtîgehan çêkirin. Lê ew xaniyên weke girtîgehê jî bi pereyekî zêde xwestin bifiroşin welatiyên ku xaniyên wan hatine hilweşandin.    Tevî ku şopên hilweşandina navçeya Sûrê li holê ne jî Wezareta Çand û Tûrîzmê di navbera 8-16'ê cotmehê de bi navê "Mîhrîcana Çandê ya Rêya Sûrê", "mîhrîcanekê" li dar dixe. Gelek beşên civakê bertek nîşanî vê mîhrîcanê dan. Hakan Arslan di pêvajoya 2015'an de di şerê li navçeya Sûrê qewimî de jiyana xwe ji dest dabû. Piştî 7 salan hestiyên Arslan radestî bavê wî Alî Riza Arslan hatibûn kirin. Arslan jî bertek nîşanî "mîhrîcana" ku li Sûrê were lidarxistin da.    ‘EM VÊ MÎHRÎCANÊ QEBÛL NAKIN’   Alî Riza Arslan nêrazîbûna xwe nîşanî lidarxistina mîhrîcanê da û wiha axivî: “Zarokên me qetil kirin, Sûr qedexe kirin, nehiştin em biçin cenazeyên xwe bigirin. Cenazeyên me kirin hestî û di torbeyan de dan me, niha jî şahiyê li Sûrê li dar dixin, em vê şahiyê qebûl nakin. Ez naxwazim gel here wê mîhrîcanê. Divê gelê me jî neçe vê şahiyê, heke gelê me biçe vê şahiyê neheqiyê û heqaretê li me dike û wê carek din me bikuje."    MA / Mahmût Altintaş - Mehmet Şah Orûç