Malbata Çelîk ku cerdevana lawê wan kuştibû: Bi vî cezayî kujeran parastin 2022-09-30 15:27:28 MÊRDÎN - Malbata Mûsa Çelîk ê ji aliyê cerdevanan ve hatibû kuştin bertek nîşanî berdana du kujer û kêmcezakirina sercerdevan Şukru Akçay dan û got: “Ev yek bi temamî parastina kujeran e. Ev polîtîkaya bêcezahiştinê ye.”    Di 21’ê mijdara 2021’ê de li gundê Mesken ê bi ser navçeya Midyada Mêrdînê ve şivanê bi navê Mûsa Çelîk ji aliyê sercerdevan Şukru (Şîrîn) Akçay û birayê wî Veysî û Mahsûm Akçay ve hatibû kuştin. Têkildarî kuştina Çelîk derbarê van cerdevanan de doz hatibû vekirin û duh biryara dozê hat eşkerekirin.    Dozger mutalaya xwe pêşkêşî dadgehê kir û xwest Şukru Akçay ji sûcê “kuştina bi qestî” bê cezakirin. Her wiha hat xwestin ku ji ber Akçay “wezîfedarê dewletê ye” cezayê wî bê zêdekirin û cînayetê bi îdiaya “kuştinê di bin tahrîka neheq de kiriye” cezayê wî bê kêmkirin. Dozger xwest Veysi Akçay jî ji sûcê “gefa biwesf” bê cezakirin û derbarê Mahsum Akçay de jî beraetê xwest. Dadgehê 12 saş î 6 meh cezayê kêmkirî da Şukru Akçay.    Malbata Çelîk û parêzerên ÎHD’ê û OHD’ê re li avahiya ÎHD’a Mêrdînê civîna çapemeniyê li dar xist û bertek nîşanî biryara dadgehê da.    POLÎTÎKAYA BÊCEZAHIŞTINÊ    Ewilî Serokê ÎHD’a Mêrdînê Feyzî Adsiz axivî û destnîşan kir ku bi vê biryara dadgehê re polîtîkaya bêcezahiştinê hatiye sepandin. Adsiz da zanîn ku heke pergala cerdevaniyê wiha bidome dê gelek bûyerên bi vî rengî biqewimin û xwest pergala cerdevaniyê demildest ji olê bê rakirin û betalkirin.    ‘EM VÊ DARIZANDINÊ RED DIKIN’    Piştre kekê Mûsa Çelîk, Mahsûm Çelîk jî axivî û diyar kir ku birayê wî ji aliyê sercerdevan Şukru Akçay û birayên wî ve hatiye kuştin û ji destpêka bûyerê ve xizmên kujeran xwestine delîlan ji holê bên rakirin û tevî ku wan gilî kiriye jî lê tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin. Çelîk anî ziman ku tu darizandinek adilane pêk nehatiye û got: “Tevî ku me şahidan ragihand jî û me mesafeya gule berdanê diyar kir jî tu daxwazên me nehatine qebûlkirin. Ev yek viya dide nîşandan ku dadgehê rêgeza bêterefiyê binpê kiriye. Divê cezayê pêwîst li sercerdevan û birayên wî bihata birîn lê belê cezayek wek xelatê dan sercerdevan û birayên wî. Em vê neheqiyê qebûl nakin û ev li ser navê hiqûqê şerm e. Em li vir bang dikin, divê dawî li bêhiqûqê bê. Em edaletê dixwazin. Divê cerdevan ji nû ve bên darizandin. Cezayê mîna xelatkirinê dan wan. Ev bi temamî paratina kujeran e. Ev polîtîkaya bêcezahiştinê ye. Em vê red dikin. Helbet em ê hesabê vê yekê li pêşberî hiqûqê bipirsin. Wê têkoşîna me berdewam bike.”    ‘EZ EDALETÊ DIXWAZIM’    Dayika Çelîk, Rahîme Çelîk jî diyar kir ku ew edaletê dixwazin û got: “Lawê min kuştin. Zilmê li me kirin. Lawê min şavan bû. Sewalên xwe biribû çolê. Ez edaletê dixwazin. Xwedê heqê me li erdê nehêle.”