Rejîma Îranê îşkence li zarokan kir ku di televîzyonê de bibêjin ‘hêzên derve em xapandin’ 2022-09-30 14:31:53 ENQERE - Li Îranê 3 zarokên keç di bin çavan de hatin îşkencekirin û tacîzkirin. Ji zarokan yek jê derxistin televîzyonê û bi darê zorê jê xwestin ku bibêje xelkê Îranê piştgiriyê dide rejîmê û ji hêla “hêzên derve” hatiye xapandin ku beşdarî çalakiyan bibe.    Çalakiyên li Îranê ku piştî qetilkirina Jîna Mahsa Amînî dest pê kiribûn, li seranserî Îranê berbelav bûn û di roja 14’emîn de berdewam dikin. Hejmara kesên ji hêla rejîmê ve hatine binçavkirin roj bi roj zêdetir dibe. Hat ragihandin ku di nava binçavkiriyan de zarok jî hene.    Hat zanîn ku zarokên keç ên bi navên Atusa H., Hedîha M. û Rahela J. ku ji bajarê Sanandaj ê rojhilatê Kurdistanê ne, di 22’yê îlonê roja pêncşemê de ji hêla rejîma Îranê ve hatin binçavkirin. Piştî ku taahûtnameya ku êdî tev li çalakiyan nabin pê dan îmzekirin, hatin berdan. Li gorî agahiyên ji hêla Rêxistina Mafên Mirovan a Hengaw’ê ve hatine parvekirin, her sê zarok jî di bin çavan de hatin îşkencekirin û tacîzkirin. Rayedarên rejîmê ji zarokan Rahela J. derxistin televîzyona girêdayî rejîmê û zext lê kirin ku “li sûcê xwe” mikûr bê.    MALBAT: KEÇA ME TRAVMAYÊ DIJÎ   Li gorî agahiyên Rahela J. dayîn malbata xwe; di encama îşkenceya rayedaran de zarok neçar man qebûl bikin ku derkevin pêşberî kamerayê. Malbatê da zanîn ku keça wan di travmayê de ye. Çavkaniyên Hengaw’ê jî piştrast kirin ku polîsên rejîmê di 22’yê îlonê de li ser Cehdeya Sanandajê 3 zarokên keç bi darê zorê binçav kirine û di destê wan de dîmenên binçavkirinê hene.    DEREWA ÎRANÊ YA ‘HÊZÊN DERVE’   Têkildarî mijarê rojnamegera îranî Sarah Hamîd bi ajansa me re axivî û da zanîn ku yek ji rêbazên Îranê yên herî zêde tê bikaranîn ew e ku bi darê zorê mirovan derdixînin televîzyonê û neçar dikin ku “sûcên xwe” îtîraf bikin. Bi domdarî Hamîd ev tişt anî ziman: “Bi taybet jî jinên ciwan ên tev li çalakiyan bûne derdixînin televîzyonê û bi darê zorê pê didin gotin ku xelkê Îranê piştgiriyê dide rejîmê lê belê ew ji hêla ‘hêzên derve’ hatine xapandin û tev li çalakiyan bûne. Lê belê ne li hundirê Îranê û ne jî li derve tu kes ji van dîmenan bawer nake. Jixwe tu îranî televîzyonên dewletê temaşe nakin.”    MA / Gozde Çagri Ozkose