Zarokê ku rastî nijadperstiyê hat, hatiye derbkirin 2022-09-30 13:28:59   STENBOL - Di rapora tenduristiyê de hat diyarkirin ku xwendekarê kurd ê li Dibistana Navîn a Bahariye dixwend û rastî nîjadperestiyê hat, di dema bûyerê de hatiye derbkirin.     Xwendekarê pola 8’an ê Dibistana Navîn a Bahariye ya navçeya Kadikoy a Stenbolê, R.P. di 27’ê îlonê de ji ber navê wî kurdî bû rastî mûameleya nijadperest hat û hate derbkirin. Ji ber nîqaşa hate kirin derbarê R.P. de lêpirsîna dîsîplînê hate destpêkirin. Derbarê xwendekarên ku êrişa nijadperest li R.P. kirin jî tu kirarî nehatin kirin. R.P. dê di 3’yê cotmehê de derkeve pêşberî lijneya dîsîplînê.    R.P. bi malbata xwe re çû Miduriyeta Tenduristiyê ya Stenbolê û rapora lêdanê girt. Di mûayeneya tenduristiyêya R.P. de di destê wî yê rastê de, di lingên wî yên rastê û çepê de ekîmozên ku santîmetreyekê mezin bûn hatin tespîtkirin.