Malbata Şenyaşar: Ji ber edalet nîne zilm berdewam dike 2022-09-30 12:03:17 RIHA - Malbata Şenyaşar a Nobeta xwe ya Edaletê didomîne ev peyam parve kir: “Ji ber edalet nîne zilm berdewam dike. Di dîrokê de kîjan pergal bi zilmê li ser piyan maye!”   Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a di 9’ê adara 2021’an de li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin, di roja 571’emîn de berdewam dike. Dayika Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê çalakiya xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê berdewam dike. Ferît Şenyaşar jî di saetên serê sibê de li qada ku weke “Quncikê edaletê yê malbata Şenyaşar” tê binavkirin dest bi nobetê kir. Şenyaşar pankarta “Ji bo malbata Şenyaşar edalet, ji bo herkesê edalet” bi blokên betonê yên ber deriyê edliyeyê ve daliqand.   Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal bi etîketa “Meşa Mezin” ev peyam parve kir: “Li Rihayê birîna edaletê hêj nekewiya ye. Edalet nikare kesên biax bûne paş ve bîne lê ji wijdana birîndar bûyî re dibe melhem. Ji ber edalet nîne zilm berdewam dike. Di dîrokê de kîjan pergal bi zilmê li ser piyan maye!”