Ji bo tehliyeya Balaç banga lezgîn: Êdî saniye jî girîng in 2022-09-30 11:13:42 ENQERE - Serokê ÇHD’a Enqereyê Mûrat Yilmaz diyar kir ku divê ATK demildest ji bo Sîbel Balaç ku 288 roj in di rojiya mirinê de ye biryara tehliyeyê bide û got: “Êdî saniye jî girîng in.”    Girtî Sîbel Balaç a li Girtîgeha Bakirkoyê ya Jinan bi daxwaza darizandina adilane, girtiyên nexweş bên berdan û binpêkirinên li girtîgehan bi dawî bibin, ji 29’ê kanûna2021’ê ve di çalakiya rojiya mirinê de ye. Tevî ku her diçe rewşa Balaç giran dibe jî lê Saziya Tiba Edlî (ATK) berdana wê asteng dike. ATK di rapora herî dawî de ku parêzeran di 23’yê îlonê xwe gihandê diyar kiriye ku hewcehî bi taloqkirina infaza Balaç nîne û daxwaza berdana wê red kir. Parêzer diyar dikin ku Balaç gelek zeîf bûye û her ku diçe metirsiya li ser jiyana wê zêdetir dibe.    Mûrat Yilmaz   KÊLÎ BI KÊLÎ BER BI MIRINÊ VE TÊ ŞANDIN   Serokê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) a Şaxa Enqereyê parêzer Mûrat Yilmaz diyar kir ku divê Saziya Tiba Edlî ji bo Sîbel Balaç demildest biryara berdanê bide û wiha got: “Daxwazên Balaç ji bo rawestandina binpêkirinên mafê mirovan e. Di vê asta em gihîştinê de êdî talûkeya jiyanî ya Balaç heye. Niha daketiye 47 kîloyan. Ne pêkan e ku kesek di şert û mercên girtîgehê de di çalakiya rojiya mirinê de li ber xwe bide. Divê ATK têkildarî rewşa tenduristiya Balaç raporek amade bide û cezayê wê taloq bike. Niha halê hazir ji bo jiyana Balaç êdî saniye jî girîng in. Heke bê berdan dê tedawiya bê kirin. Lê belê ji ber ku ATK di kontrola îktidara siyasî de ye, biryara berdana Balaç nade. Lê divê ku ATK saziyek serbixwe bûya. Lazim e tenê ATK ne ji bo Sîbel Balaç rapora berdanê bide, divê ji bo hemû girtiyên nexweş biryara berdanê bide. Heke Sîbel Balaç jiyana xwe ji dest bide jî yên ku pêvajoya neberdana wê dirêj dikin berpirsiyar in. ATK xwe wek dadgehekê dixwe şûna îktidara siyasî. ATK ji wê yekê berpirsiyar e ku ji bo her nexweşî raporên zanistî amade bike. Mesele tenê ne meseleya Sîbel Balaç e. Ev rewş ji bo hemû girtiyên nexweş derbasdar e. Li Tirkiyeyê meseleya girtiyên nexweş bûye meseleyek pergalî. Pêwîste ATK demildest biryara berdana Sîbel Balaç bide.”