Rojnamevan Emer: PDK ji bo dagirkirina herêmê aliyê Tirkiyeyê digire 2022-09-30 09:04:21 STENBOL - Rojnamevan Ayhan Seîd Emer operasyonên leşkerî yên Tirkiyeyê yên li Herêma Kurdistana Federe nirxandin û got ku PDK alîkariya Tirkiyeyê dike ku axa wê bê "dagirkirin" û ev li bara gel bûye cihê bertekan.    Tirkiye bi şirîkatiya PDK'ê ji 17'ê nîsanê ve êrişî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Federal a Kurdistanê dike. Rojnamevan Ayhan Seîd Emer ku herêma şer ji nêz ve dişopîne, şirîkatiya PDK'ê û encamên wê yên gengaz nirxandin.    Emer destnîşan kir ku armanca van êrişan dagirkerî ye û sûcê şer tê kirin. Emer got ku Tirkiye xwe disipêre sînorên Mîsak-î Mîlliyê û dixwaze cardin Osmaniyê bi ruh û can bike.    Emer bilêv kir ku helwesta PDK'ê jî rê li ber dagirkeriyê vedike û wiha got: "Ev tiştekî pri xirab e. Tu radibî alîkariya dijminê xwe dikî ku axa te dagir bike. Ev yek bi hinceta PKK'ê tê kirin. Ev ne tiştekî exlaqî ye. Ji lew re Tirkiye sûcê şer dike. PKK ne li wir bûna jî dê Tirkiye biçûna wir û êriş bikirana."    ‘ŞERÊ LI HEMBERÎ KURDAN'   Di berdewamê de Emer anî ziman ku ev şer li dijî gelê kurd e û wiha domand: "Tirkiye ekolojiya Kurdistanê talan dike, daran dibire û li hemberî bûneweran jenosîdê dike. Çekên kîmyewî yên qedexe bi kar tîne. Ev zirareke mezin dide xwezaya Kurdistanê. Niha ji sedî 40'ê Dihokê ji aliyê dewleta tirkî ve hatiye dagirkirin."    ZÊDETIRÎ MILYONEK DAR HATINE JÊKIRIN   Bi domdarî Emer da zanîn ku heya niha li herêmê nêzî milyon û 200 hezar dar hatine jêkirin û ev tişt anî ziman: "Van daran difiroşin şîrketên tirkî. Ber bi axa Kurdistanê ve rêyeke 45 kîlometre hatiye çêkirin û axa Kurdistanê 200 kîlometre hatiye dagirkirin."    TÊKILIYA PDK Û MÎT'Ê   Rojnamevan Ayhan Seîd Emer bal kişand ser têkiliya di navbera PDK'ê û MÎT'a Tirkiyeyê jî. Emer, anî ziman ku têkiliyên Serokê MÎT'ê Hakan Fîdan ên bi hikûmeta Iraqê re dibin cihê fikaran û got ku rûniştina fermandarên pêşmergeyan a bi MÎT'ê re nayê qebûlkirin.    'BEXDA HELWESTEK NÎŞAN NEDA'   Ayhan Seîd Emer destnîşan kir ku têkildarî sûcên ku Tirkiye dike serî li hikûmeta Iraqê dane û wiha derbirî: "Me ji hikûmeta Bexdayê xwest ku van sûcan bi delîl bike, lê belê nekir û tu helwest jî nîşan neda."    BÊDENGIYA PDK'Ê   Emer, êrişa Tirkiyeyê ya li gundê Perexê yê Zaxoyê ku li hemberî turîstan pêk anîbû jî bibîr xist û wiha got: "Dewleta tirkî ji aliyekî pêşiya ava Çemê Dîcleyê digire. Ev jî êrişek e. Û li dijî qanûnên navdewletî ye. Lê belê çi Hikûmeta Navendî ya Iraqê çi jî Rêvebiriya Herêmî li ber van êrişan xwe li bêdengiyê datînin. Bêguman di vir de jî roleke xirab a PDK'ê heye."    ‘PROPAGANDAYA ÇANDA TIRKÎ TÊ KIRIN'   Emer destnîşan kir ku gelê herêmê baş dizane ku ev êriş li hemberî wan tên kirin û wiha got: "Di çapemeniya Başûr de çanda kurdî hatiye dagirkirin. Niha hemû bernameyên televîzyonê yên çand û hunerê, di qenalên desthilatê de tên belavkirin. Di van qenalan de reklama rêzefîlmên tirkî tê kirin. Yanî di van qenalan de propagandaya çand, muzîk, fîlm û rêzefîlmên tirkî tê kirin. Her wiha aboriya herêmê jî di destê şîrketên tirkî de ye."    Her wiha Emer diyar kir ku kesên li ber van pêkanînan radibin jî ji aliyê rêvebiriya herêê ve tên tepisandin û girtin.    ‘GEL QEBÛL NAKE'   Emer bibîr xist ku gel li dijî şer e û axaftina xwe wiha qedand: "Ji sedî 77'ê gel ne bi van re ye, li dijî wan e. Di vî warî de gelê Başûrê Kurdistanê ne li gel PDK'ê ye. Sedema vê jî, şirîkantiya bi dagirkeriyê r eye. Her wiha di hilbijartinên dawî de bi rayên gel lîstin û fen kirin. Lê dîsa jî ji sedî 77'ê gel raya xwe neda PDK û YNK'ê. Ji lew re gelê Kurdistana Federe vê helwesta PDK'ê qebûl nake."