ROJEVA 30'YÊ ÎLONA 2022'YAN 2022-09-30 09:00:13     * Hatîce Atan, "keça manewî" ya Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan, dest danîbû ser Keleha Birca Belekê. Derket holê ku ji bo Atanê klîma li avahiya dîrokî hatiye bicihkirin.   * Di Doza Girtinê ya HDP'ê de deşîfrrasyona 281 qeydên dengan ên kurdî hatin teblîxkirin. Parêzer Serhat Eren, deşîfrasyona qeydên dengan ên kurdî ku bi giştî 5 klasor in nirxandin û wiha got: "Em jî nizanin ku bê qeydên dengan ên aydê beriya damezrandina HDP'ê dê çawa bên bikaranîn."    * Rojnamevan Ayhan Seîd Emer operasyonên eskerî yên Tirkiyeyê yên li Herêma Kurdistana Federe nirxandin û got ku PDK alîkariya Tirkiyeyê dike ku axa wê bê "dagirkirin" û ev li bara gel bûye cihê bertekan.    * Li gelek gundên Çelê yên di salên 90’î de hatine valakirin û wekî "herêma ewlehiya taybet" hatine îlankirin, dar tên qirkirin.   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 571’emîn de berdewam dike.    * Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar wê di vekirina Komxebata Payîzê ya Dibistana Mafên Mirovan a Ege ya Navnetewî ku ji aliyê OHD, ELDH, AED û Komeleya Lêkolînên Zanîstî û Piştevaniyê ya Îzmîrê ve tê lidarxistin de biaxive. (09.00) ZINDÎ   * Danişîna Doza Kobanê wê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)   * Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, wê li navenda giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00) ZINDΠ   * Danişîna doza derbarê Hevşaredara Dêrikê Mulkiye Esmez ku qeyûm tayînî şûna wê hate kirin de hatiye vekirin, wê li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê bê dîtin. (11.00)   * Malbata Mazlûm Çelîk ku ji aliyê sercerdevan û birayên wî ve hate qetilkirin, wê têkildarî cezayên li kujeran hate birîn ên weke xelat, li Şaxa ÎHD’a Mêrdînê daxuyaniyê bide. (13.00)   *Nûnertiya Basin Îş’ê ya Enqereyê wê têkildarî doza ji ber xebatên rojnamevaniyê yên li Sûriyeyê derbarê rojnamevan Hayrî Demîr de hatiye vekirin, li avahiya sendîkaya xwe daxuyaniyê bide çapemeniyê. (14.00)