Li Amedsporê 156 hezar TL cezayê pereyî hat birîn 2022-09-29 22:48:24   AMED – TFF'yê ji ber maça bi Bûrsasporê re 156 hezar TL cezayê pereyî. Her wiha TFF'yê biryar da ku Amedspor dê li qada xwe du maçan bêalîgir bilîze.     Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê (TFF) ji ber maça bi Bûrsasporê re ya di 25'ê Îlonê de hat lîstin, li Amedsporê ceza birî. TFF'yê bi îdiaya ku alîgirên Amedpsorê bûne sedema bûyeran 140 hezar TL û ji ber ku valahiyên nêrdewanan vala nehatine hiştin jî 16 hezar TL cezayê pereyî birî. Her wiha TFF'yê biryar da ku Amedspor dê li qada xwe du maçan bêalîgir bilîze.