Bersûcên doza îşkenceya li girtîgehê: Xwestin xwe bêsûc bikin 2022-09-29 15:53:17   EDENE - Di doza îşkenceya li Girtîgeha Kurkçulerê de gardiyanên bersûc ku îşkence li girtî Şeyhmuz Emen kiribûn îdia kirin ku wan li girtî Emen nedaye.    Li Girtîgeha Kurkçulera Edeneyê ya Tîp E’yê di 22’yê sibata 2022’yan de gardiyanan li ber kamerayan li girtiyê edlî Şeyhmuz Emen dabûn, bi sepana lêgerîna tazî re rûbirû mabû, wî xistibûn hucreya yek kesî û bi lêkirina ava cemidî îşkence lê kiribûn. Derbarê gardiyanan de du dozên cuda hatine vekirin.    Derbarê gariyan Caner Guney û Halît Arikan de ji sûcên “Têkildarî rayeya bikaranîna zorbûnê sînor derbas kirine” û “birîndarkirina hêsn” doz hat vekirin. Danişîna dozê dê di 13’ê cotmehê de li Dadgeha Edeneyê bê lidarxistin. Doza derbarê gardiyan Çagatay Şîmşek, Hasan Gokçe, Hîdayet Cankurt, Reşît Deprem û Yucel Morali de ku ji sûcê “îşkence kirine” hat vekirin. Danişîna ewil a dozê li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê hat lidarxistin.    XWESTIN XWE BÊSÛC BIKIN    Emen û parêzerê xwe Mehemt Nûrî Toprak û bersûc Çagatay Şîmşek û Yucel Morali di danişînê de amade bûn. Îdianame hat xwendin. Bersûcan parastina xwe kirin û sûcên di stûyê xwe de red kirin û îdia kirin ku wan cilên Emen jê nekerine, lênedane, ava cemidî pêde nekirine û xwestin bên beraetkirin.    ‘LI MIN DAN’    Şeyhmuz Emen îfadeya xwe ya dema lêpirsînê dubare kir û destnîşan kir ku gardiyanan li wî daye û îşkence lê kirine. Parêzer Mehmet Nûrî Toprak jî got ew beyanên miwekîlê xwe diparêze û xwest bersûc bên cezakirin.     RAPORA NEXWEŞXANEYÊ XWEST    Şandeya dadgehê xwest li girtîgehê ka şewat derketiye an na bê lêkolînkirin, biryar da ku têkildarî dîtin û bihîstina Emen jî divê li nexweşxaneyek birêkûpêk rapor bê girtin û danişînê taloqî 12’ê çileya 2023’yan kir.