HDP’ê li Rihayê serdana esnafan kir 2022-09-29 14:28:19   RIHA - Rêveberiya HDP’a Rihayê li Pasaja Kapakliyê serdana esnafan kir û li gulî û gazinên esnafan guhdar kir.    Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Rihayê serdana esnafên Pasaja Kapakli ku bênavber polîs bi hêceta telefonên “qaçax” lê hene dikin, kir. Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu û hevserok û rêveberên bajêr û navçeyên HDP’ê beşdarî serdanê bûn.    Esnafan şandeya HDP’ê pêşwazî kir. Esnafan pirsgirêkên xwe yên ekonomîk ji şandeya HDP’ê re kirin û tengasî û gilî gazinên xwe vegotin. Esnafek ku telefonan difiroşe diyar kir ku pereyê telefonek niha çend sal berê xaniyek pê dihat kirîn û niha tiştek nayê kirîn. Esnaf got bihayê telefonekê derketiye 50 hezar lîre.    Esnafekî jî destnîşan kir ku polîsên ku bi hêceta “qaçaxiyê” bi ser pasajê ve digirin ew bi xwe jî telefonên qaçax bikar tînin.    Parlamenter Ayşe Surucu jî da zanîn ku pirsgirêkên esnafan hevpar in û ew li cem esnafên xwe ne û divê li dijî krîzê û vê rewşa tengav têkoşîn bê kirin.