Di êrişa Tirkiyeyê de hevserokên Buroya Edaletê hatin qetilkirin 2022-09-28 11:08:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişa dewleta tirk a bi SÎHA’yan li dijî wesayîteke li Girkê Legê ya Kantona Cizîrê de Hevserokên Buroya Edaletê ya Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Zeyneb Mihemed û Yilmaz Şero hatin qetilkirin.    Balafira Biçek û Bêmirov (SÎHA) a dewleta tirk duh li xaçerêya gundê Til Ceman ê 5 kîlometreyan dûrî navçeya Girkê Legê ya girêdayî Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişî wesayîtekê kir. Di daxuyaniya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê ya têkildarî bûyerê de hate diyarkirin ku Hevserokên Buroya Edaletê ya Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Zeyneb Mihemed û Yilmaz Şero hatin qetilkirin.     ÊRIŞÎ ZIRGANÊ KIRIN: 2 KES HATIN QETILKIRIN 5 KES BIRÎNDAR BÛN   Di êrişa bi SÎHA’yê ya li dijî gundê Mişêrfe yê girêdayî navçeya Zirgan a Hesekê hate kirin de jî Nayîf Ebdulqadir Hiyawî û Rîma Ehmed Îsamîl Hiyawî hatin qetilkirin, zarok jî di nav de 5 welatî jî birîndar bûn. Rehef Qetaf, Heca Hiyawî, Cûdî Hiyawî, Dinya Îsmaîl û Fayîz Hiyawî ku birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Gel a Navçeya Dirbêsiyê û Nexweşxaneya Hesekê.