Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ev 8 sal in tu gav neavêtine 2022-09-28 10:48:23 ENQERE - Parêzer Alîşan Şahîn da zanîn ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di çarçoveya “mafê hêviyê” de heta niha tu gav neavêtine û wiha got: “Divê di zûtirin demê de li gorî rêgezên hiqûqa gerdûnû venihêrînê bikin.”    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Ji 25’ê adara sala 2021’an heta niha jî tu agahî ji Ocalan nayên girtin. Serlêdanên ji bo hevdîtinê yên parêzer û malbata Ocalan bêencam man û saziyên girêdayî Konseya Ewropayê jî li hemberî serlêdanên rêxistinên mafên mirovan xwe li bêdengiyê di danin. Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Weqfa Lêkolînên Hiqûqî yên Civakê (TOHAV), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ji bo venihêrtina biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 26’ê tîrmeha 2021’an de serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KWKE) dabûn.    DMME’yê ji bo serlêdana parêzerên Abdullah Ocalan a sala 2003’yan di 18’ê adara 2014’an de biryara xwe dabû û diyar kiribû ku cezayê muebbeta giran a bêyî mafê şertê berdana bi kontrola edlî, li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ye. Tevî biryara ku weke “Ocalan 2” hatibû binavkirin jî, Tirkiyeyê heta niha tu gav neavêtine. Li ser vê yekê KWKE’yê ji bo ku di cezayê hefsê yê muebbeta giran di qanûnan de li gorî “mafê hêviyê” bên sererastkirin û guhertin, pêvajoya şopandinê dabû destpêkirin. Her wiha dem dabû Tirkiyeyê ku di vê mijarê de nexşerêya xwe pêşkeş bike. DMME’yê piştî serlêdanên rêxistinên mafên mirovan, di heman mijarê de ji bo gitiyên bi navên Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan jî biryareke bi heman rengî dabû. Li gel ku dema ji Tirkiyeyê re hatiye dayîn di dawiya meha îlonê de diqede jî, Tirkiyeyê derheqê sererastkirinên qanûnî yan jî guhertinan de tu agahî nedane komîteyê.    Tirkiyeyê bersiv dabû serlêdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku di çarçoveya Qeydeya 9.1’ê de hatibû kirin û li xwe mikûr hatibû ku Abdullah Ocalan ji “mafê hêviypê” bêpar hiştiye. Tevî vê yekê jî Komîteya ku di navbera 22-23’yê îlonê de civiyayî, mijara “mafê hêviyê” ku ji bo nexşerêyê dem dabû Tirkiyeyê, nexist rojeva xwe.    Parêzerê Hayatî Kaytan ku DMME’yê di çarçoveya “mafê hêviyê” de biryar dabû û endamê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan ê HDP’ê Alîşan Şahîn têkildarî cezayê muebbeta giran a Abdullah Ocalan û helwesta Komîteyê bi ajansa me re axivî.    DMME’YÊ GOT: BINPÊKIRIN   Alîşan Şahîn, da zanîn ku DMME’yê biryarên ji bo Abdullah Ocalan, Gurban, Boltan û Kaytan di çarçoveya “qedexeya îşkenceyê” de dan û bi bîr xist ku “mafê hêviyê” hatiye binpêkirin. Şahîn, wiha domand: “DMME’yê mijara mafê hêviyê cara ewil di biryara miwekîlê min Kaytan de bi vekirî vegot. Dema mafê hêviyê dinirxand, cezayê muebbeta giran ê li Tirkiyeyê ku di sala 2005’an de li şûna cezayê kuştinê hatiye amadekirin, weke binpêkirina hiqûqê pênase kir.”    FERASETA 2002’YAN   Bi domdarî Şahîn gotina Cîgirê Serokwezîrê AKP’î yê demê Mehmet Alî Şahîn a di pêvajoya destpêka Yekitiya Ewropayê (YE) de ji bo cezayê muebbeta giran ku li şûna cezayê îdamê hatibû amadekirin bi bîr xist û wiha got: “Cîgirê Serokwezîr digot; ‘Her tim dibe ku qanûnên taloqkirinê û yên berdana bi şertê kontrola edlî bên derxistin. Ji bo pêşîlêgirtina vê, divê em cezayê îdamê veguherînin cezayê hefsê yê muebbeta giran ku bi tu awayî neyên berdan, neyê taloqkirin û nekarin ji efûyê sûd bigirin.’ Bi vê axaftina xwe ji xwe inyeta xwe aşkera kiribûn. Ew zîhniyeta ku wê demê ev qanûn derxistî, hêj niha jî berdewam e. Anku hewl dan rejîmeke înfazê ya ji mirinê xerabtir ava bikin û dixwazin vê qanûnê pêk bînin. Ma sererastkirineke qanûnî ya wiha dibe? Yek ji armancên bingehîn ên hiqûqa cezayê ew e ku kesî bi civakê bidin qezenckirin. Zîhniyeteke wiha tenê di dewletên faşîst de heye.  Berdewamiya vê zîhniyetê em di guhertina qanûna înfazê ya sala 2020’an de dibînin.”    CEZAYÊN HEYÎ ZÊDE DIKIN   Di berdewamê de Şahîn got ku kurd û kesên çepgir-sosyalîst ji qanûna înfazê ya dawî bêpar hatine hiştin û wiha pê de çû: “Li tu devereke cîhanê nehatiye dîtin ku qanûnên efûyê ji bo girtiyên edlî û siyasî cuda bin. Di demên berê de Tirkiyeyê qanûnên efûyê yên wiha derxistin. Girtiyên siyasî li derveyî efûyê hiştin. Lê tu caran sererastkirineke mîna ya sala 2020’an çênebû ku cezayên girtiyên edlî dadixînin û yên siyasî dirêj dikin. Bi sererastkirina nû re bi biryara Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê cezayên girtiyan tên dirêjkirin. Bi sedemên deraqilî û derwijdanî yên weke daxwaznameya poşmantiyê, rewşa baş û beşdarbûna çalakiyên îdareyê înfazên girtiyan tên şewitandin.”   ŞERTÊN RAKIRINA TECRÎDÊ   Parêzer Şahîn, bal kişand ser bersiva Tirkiyeyê ku li xwe mikur hatibû ku Abdullah Ocalan ji “mafê hêviyê” bêpar hiştiye û ev nirxandin kir: “Ji Dadgehên Îstîklalê heta niha li Tirkiyeyê her tim di pergala hiqûqê ya Tirkiyeyê dudilî û cihêkarî heye. Tecrîda ku ji sala 2011’an ve li ser Abdullah Ocalan hatiye girankirin jî ji vê cuda nîne. Hêzên demokratîk û daraza vî welatî li dijî vê tecrîdê bersivên pêwîst nadin û xwedî seknekî dijber nînin lewma hewldanên rewakirina tecrîdê bêhtir çêdibin. Lewma wisa pê bû ku êdî li ser beşeke mezin a civakê ketiye meriyetê. Divê rêyên azadîxwaz û demokratîk ên ji bo rakirina vê rewşê bên peydakirin.”    AMÛRA TIRSÊ YA ROJANE   Şahîn, bi lêv kir ku desthilatdariya AKP’ê hewl dide civakê bi tirs û hêrsê birêve bibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi zext, bêhiqûqî û îşkenceyên li ser birêz Ocalan û gelê kurd re hewl didin civakê bitirsînin. Ne diyar e bê ka derdorên cuda yên civakê jî rastî heman tiştan bên an na. Di dîroka vî welatî ev yek her tim hatiye dîtin. Carnan li ser elewiyan dijbertiyek ava kirine, carnan bi gotina ol ji dest diçe ev tirs xistine nava civakê û welêt birêve birine. Carnan jî sosyalîzm weke hovekê nîşan dane û li ser wê xwestine welêt birêve bibin. Niha jî li ser kurdan û birêz Ocalan heman tiştî dikin. Derdorên ku ji fikrên birêz Ocalan ên ji bo aştiyê ditirsin, ji sala 2011’an heta niha tecrîd giran kirine û dixwazin tecrîd bidome.”   HELWESTA MUXALEFETÊ   Têkildarî helwesta partiyên muxalefetê ya li dijî tecrîdê jî Şahîn ev tişt anî ziman: “Tenê bi seknekî topyekûn ê hevpar ê muxalefeta civakî, partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk re ev rewş dikare biguhere. Di pêvajoyeke ber bi hilbijartinê ve Tifaqa Milet hinek sozan dide. Lê belê vê rejîma înfazê ya ku civakê ji hev parçe dike qet naxe rojeva xwe. Divê bibêjin ku hewceye qanûn bo hemû kesî wekî hev bin. Banga min li muxalefet û rêxistinên civaka sivîl ew e ku di vê mijarê de hestiyar tevbigerin.”    MAFÊ TENDURISTIYÊ TÊ BINPÊKIRIN   Bi domdarî Şahîn anî ziman ku miwekîlê wî Hayatî Kaytan yek ji girtiyên nexweş e û wiha qala binpêkirina mafê tenduristiyê kir: “Di mejiyê Kaytan de kîst hene û rîsk heye ku veguherin ur’an. Di demên dawî de tedawiya wî tê astengkirin. Dema ji Boluyê sewqî Enqereyê hatiye kirin, rastî îşkenceya fîzîkî û derûnî yên girtîgehan hat. Êdî bêzar bûye û naxwaze sewqî Enqereyê bê kirin. Hewl dide pêvajoya tedawiya xwe li Nexweşxaneya Dewletê ya Boluyê yan jî Nexweşxaneya Îzzet Baysal temam bike. Dema sewqî nexweşxaneya dewletê hat kirin, bi israr birin cem bijîşkekî nîjadperest.  Lewma jî daxwazên wî yên sewqkirina fakûlteya tipê nehatin qebûlkirin û mafê wî yê sûdgirtina ji xizmetên tenduristiyê hat binpêkirin. Bi taybet jî cerrahê mejî ku li nexweşxaneya dewletê dixebite û naxwazim navê wî bibêjim, sewqan dereng dixe û bêyî ku tehlîl û tetkîkan bike daxwazên girtiyan red dike. Têkildarî mijarê me serî li Şaxa ÎHD’a Enqereyê da. Her wiha em ê giliyê vî bijîşkî bikin.”   EV BÛ 8 SAL KU KOMÎTEYÊ YEK GAV NEAVÊTIYE   Şahîn, da zanîn ku piştî biryara “mafê hêviyê” yê DMME’yê, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di nava 8 salan de tu gav neavêtine û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tirkiye 8 salan di bin venihêrînê de bû lê yek gav neavêt. Ya ku divê bi taybet jî bê rexnekirin Komîteya Wezîran e ku neçare biryarên DMME’yê bişopîne û venihêrînê bike bê ka ev biryar hatine bicihanîn an na. Ev 8 sal in peywira xwe ya şopandin û venihêrtinê pêk ne anîn. Digotin ku dê di meha îlonê de li ser hevdîtin bên kirin. Lê ma ev bû çend îlon ku naxin rojeva xwe? Tu şopandinek û zextek tune ye. Lewma encamek jî nîne. Komîte, bi zîhniyeta neteweperestiyê û li gorî berjewendiyên xwe nêzî mijarê dibe. Ev yek jî biryarên YE û DMME’yê bêbandor dike. Encamê wisa diyar dike ku biryarên DMME’yê bên nîqaşkirin. Ev bû 8 sal ku Komîte berpirsyariya xwe pêk nayîne. Divê di zûtirin demê de rêgezên hiqûqa gerdûnî bên şopandin û venihêrînek li ser hebe. Banga me li konseyê ew e ku ji bo hebûna xwe, jêbaweriya xwe û biryarên xwe ji vê rêyê vegere.”    MA / Berîvan Altan