Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibistan vebûn 2022-09-28 09:02:53   RIHA - Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sala perwerdehiyê, li 4 hezar û 700 dibistanan bi 878 hezar xwendekaran dest pê kir. Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê Rohat Salih Xelîl got ku zarok bi zimanê zikmakî perwerde dibin.   Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sala perwerdehiyê ya 2022-2023’yan di 18’ê îlonê de dest pê kir. Li gorî daneyên Desteya Perwerde û Fêrkirinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li 4 hezar û 700 dibistanan 878 hezar xwendekar perwerdeyê dibînin. Li dibistanan xwendekar bi zimanê kurdî, erebî û suryanî perwerdeyê dibînin û îsal dersa Îslam û Êzidiyatiyê jî li mufredatê hat zêdekirin.   Her wiha li hin navçe û gundan jî ji ber êrişan bi hezaran xwendekar nikarin biçin dibistanê.    Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rohat Salih Xelîl anî ziman ku metirsiya herî mezin a li ser herêmê êrişên dewleta Tirkiyeyê ye. Xelîl diyar kir ku lê tevî hemû metirsiyan jî ew bênavber amadekariyên xwe yên perwerdehiyê didomînin û heya niha di gelek qadan de amadekariyên xwe temam kirine û bi vî awayî dest bi perwerdehiyê kirine.   PERWERDEHIYA BI ZIMANÊ ZIKMAKÎ   Xelîl der barê polîtîkayên xwe yên perwerdehiyê û mufredatê de ev tişt gotin: “Li gorî pergala me her zarok bi zimanê xwe perwerdehiyê dibîne. Di perwerdehiyê de pergala dibistana seretayî, navîn û amadeyî wiha ye; Dibistana seretayî ji refa 1'ê heta 6'an, dibistana navîn ji refa 7'an heta 9'an û ya amadehiyê jî ji refa 10'an heta 12-an e. Her wiha dibistanên me yên amadekariyê jî hene. Li dibistanên amadekariyê di warê mîmarî, tenduristî, çandinî û bazirganiyê de perwerde tê dayîn. Xwendekarên me yên amadehiyê li gorî puanên xwe diçin zanîngehên Rojava, Rojhilat û Kobanê. Ji refa 1'ê heta 3'yan xwendekarên me bi zimanê dayikê perwerdeyê dibînin. Piştî wê jî heta ku ji dest tê bi erebî û kurdî perwerdeyê dibînin. Ji xeynî vê piştî refa 5'an dersên îngilîzî jî hene."   MAMOSTE JÎ TÊN PERWERDEKIRIN   Bi domdarî Xelîl anî ziman ku di salên borî de li dibistanan tenê perwerdehiya ziman dihat dayîn û hefteyê tenê 3 ders dihatin dayîn.  Xelîl da zanîn ku di sala 2014'an de bi vekirina saziyên fermî yên perwerdeyê re perwerdeya bi rêkûpêk dest pê kiriye. Xelîl, diyar kir ku mamoste jî bi awayekî taybet tên perwerdekirin û wiha domand: "Mamosteyên me yên li dibistanên rejîma Sûriyeyê xwendine hene. Ew beşdarî perwerdeya dibistanên Rêveberiya Xweser dibin. Mamosteyên me, ji bo dibistanê derseke baş bidin li dibistanên havînê hatin perwredekirin. Mamosteyên ku her sal zanîngehê diqedînin jî a din a salê li dibistanan dest bi perwerdehiyê dikin."   Di berdewamê de Xelîl da zanîn ku şaxên perwerdeyê li ser beşên zanistî û wêşeyî hatine dabeşkirin û got ku dersên wekî bîrkarî, kîmya, fîzîk, dîrok, erdnîgarî, jîneolojî (zanista jinan), zanistên civakî, olî, îngilîzî, kurdî, erebî, muzîk, perwerdehiya bedenî û wênesaziyê hene. Xelîl, anî ziman ku bi taybet ew li Kantona Cizîrê beşdarî xebatên perwerdeyê bûye û wiha pê de çû: "Li vir 2 hezar û 229 dibistan û 230 hezar xwendekar dest bi sala perwerdehiyê ya ewil kirin."    ÊRIŞ   Xelîl daxuyand ku li dibistanan pirsgirêkên maddî hene û got ku ji ber ku li hin dibistanan amûrên perwerdehiyê, av û ceryan tune ne ev yek bandorê li perwerdehiya zarokan dike. Xelîl, destnîşan kir ku êriş û gefên li hemberî herêmê jî bandorê li perwerdehiyê dikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ji bo me pirsgirêka herî mezin êrişên Tirkiyeyê ne. Li bajarên ku niha di destên Tirkiyeyê de ne, dibistanê bûne qadên xebatê yên MÎT'ê û leşkeran. Piştî dagirkeriya Tirkiyeyê gelek xwendekar ji wan deran koçî bajarine din kirin. Lê ji bo ev xwendekar ji perwerdehiyê nemînin çi ji destê me tê em dikin. Belê, dibe ku hejmara xwendekaran zêde be, lê ev yek perwerdehiyê asteng nake. Kesên ji deverên ku Tirkiyeyê ew dagir kirin reviyan, li kampên Serêkaniyê, Waşokanî û Newrozê dimînin. Li van kampan gelek xwendekar hene. Ji bo ji perwerdehiyê nemînin em rojê 3-4 caran diçin wan tînin."    MA / Ceylan Şahînlî