Ji 301’ê bo Çaglar Demîrel ceza hat xwestin 2022-09-27 12:09:46   AMED - Ji ber gotinên Parlamentera HDP’ê ya Berê Çaglar Demîrel ku digot êrişên DAIŞ’ê yên li dijî partiya wan ji hêla AKP’ê ve tên organîzekirin, di çarçoveya xala 301’emîn a TCK’ê cezayê hefsê hat xwestin.     Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Berê Çaglar Demîrel dema êrişên DAIŞ’ê yên li dijî partiya wan rexne dikir û got; “Êrişa bombeyî ya duh, ji hêla çeteyên DAIŞ’ê û AKP’ê ve hatiye organîzekirin. Dewlet û hikûmeta AKP’ê bi awayekî derhiqûqî hevserok û parlamenterên me revandin û xesp kirin.” Ji ber van gotinan û du çalakiyên ku tev li bûbû, derheqê Demîrel de bi îdiaya “Komara Tirkiyeyê û hikûmet biçûk xistiye” doz hatibû vekirin. Danişîna dozê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Amedê hat dîtin. Demîrel beşdarî danişînê nebû lê parêzerê wê Serdar Çelebî di danişînê de amdae bû.    DOZGER JI 301’Ê CEZA XWEST   Dozgeriyê di danişînê de mutalaaya xwe da dadgehê û xwest ku Demîrel bi îdiaya “Dewleta Komara Tirkiyeyê û hikûmeta wê biçûk xistiye” bê darizandin û ji xala 301’an a TCK’ê cezayê hefsê lê were birîn.    Parêzerê Demîrel, Serdar Çelebî jî ji bo parastina li dijî mutalaayê dem xwest.    Dadgehê daxwaza dem qebûl kir û danişîna dozê taloqî 15’ê mijdarê kir.