Emîne Şenyaşar ji Soylu pirsî: Hûn çima dîmenên komkujiyê nabînin? 2022-09-26 14:06:47   RIHA - Emîne Şenyaşar di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu da ku ji bo Mîhrîcana Hinaran hatibû Pirsûsê û ev pirs kir: “Hûn çima dîmenên ku malbata min hatibû qetilkirin nabînin?”    Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ji bo kujer bên girtin û darizandin, di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 567’an de berdewam kir. Malbat, di saetên serê sibehê de ji Pirsûsê hat ber deriyê Edliyeya Rihayê û li ser derenceyan dest bi nobetê kir. Di destê malbatê de pirtûka Alî Oluç a bi navê “Edalet” ku têkoşîna edaletê ya Emîne Şenyaşar vedibêje û dowîza bi nivîsa “Edalet” hebûn. Malbatê di dema nobetê de tiştên bi serê wan hatin ji kesên dihatin serdana wan re vegotin.    Dayika Emîne Şenyaşar bertek nîşanî Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylu û Parlamanterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz da ku ji bo Mîhrîcana Hinaran hatibûn Pirsûsê û wiha got: “Hûn çima dîmenên qetilkirina malbata min nabînin? Dîmenên me li ku ne? Malbatek li nexweşxaneyê çawa tê qetilkirin? Tu sûceke me nîne. Hûn çawa bi kesên ev komkujî kirin re tên ba hev?”