Baskin Oran: Tifaqa Ked û Azadiyê mifteya rizgariya welat e 2022-09-26 11:05:18   ENQERE - Prof. Dr. Baskin Oran diyar kir ku deklarasyona ku Tifaqa Ked û Azadiyê aşkere kir mifteya rizgariyê ye û bi lêv kir ku di heman demê de teswîra çirava zextê ya hatiye kûrkirine.   Tifaqa Ked û Azadiyê di 24’ê Îlonê de di çalakiya li Navenda Kongreyê ya Halîç li dar xist de “Nexşerêya” ku di serî de pirsgirêka kurd pêşniyarên çareseriyê yên ji bo krîzên piralî di nava xwe de dihewîne aşkere kir. Di deklarasyonê de hate diyarkirin ku bi karker, kedkar, xizan, jin, ciwan, parazvanên mafên mirovan û xwezayê re derketine rê û “Bingeha têkoşîneke bibiryar, bihêz û hevkar” hate destnîşan kirin.    Di deklarasyona ji krîza aboriyê ya li welêt heta demokrasiyê, ji çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd heta pirsgirêkên jin, LGBTÎQ+, ciwan û mirovên astengdar; ji parastina xweza û berhemên çandî heta hemû pirsgirêkên gel dijîn tespît û çareserî hatin pêşkeşkirin de di sedsala 2’yemîn a Komarê de bal hate kişandin ku bi awayekî azad û demokratîk Tirkiye ji nû ve bê avakirin.    YEKITIYA HÊZÊ LI SER DIKA SIYASETÊ YE   Zanyarê siyasetê Prof. Dr. Baskin Oran ê deklarasyona ku Tifaqa Ked û Azadiyê aşkere kir û rolên di siyaseta Tirkiyeyê deynin pêşiya xwe de nirxandin wiha got: “Tifaqa Ked û Azadiyê ya hê nû ji bo temsîlkirina yekitiya hêza her du hêmanên ku di dîrokê de li Tirkiyeyê bi giranî hatine tepisandin, yanî kurd (HDP û pêkhateyên wê) û sosyalîstan gav avêt ser dika siyasetê.”   Oran, da zanîn ku tifaq bi hewldanên cidî yên du aliyê çeker û HDP’ê pêk hat û bi lêv kir ku bernameya deklarasyonê ya beriya hilbijartinê hate lidarxistin gaveke dîrokî ye.    Oran, atmosfera siyasî ya ku danezana hatiye deklerekirin lê hate weşandin bi bîr xist û wiha got: “Bloka Cûmhûr ji bo rewşa xwe ya xerab binixumîne, mijara ku çawa Serokkomar Erdogan lîderekî cîhanê yê mezin e her tim dubare dikin. Bloka Mîllet jî weke nediyarkirina rêgezên hevpar û nîşan nedana namzetekî hevpar, hilbijêran bêçare dihêle.”   Oran bi lêv kir ku ev deklarasyon li dijî 'tabloya xembar' a desthilat û mûxalefetê hatiye pêşkêş kirin, ev yek bi qasî ku di nava vê hawirê de dikare bibe hêvî û wiha berdewam kir: “Ev deklarasyon metneke wisa ye ku eşkere dike bê blokên Cûmhûr û Milet çiqasî bi rastiyên Tirkiyeyê re têkildar in. Ev yek di cewherê xwe de çareserî nîne, lê belê ji bo çareseriyê gaveke gelekî girîng e.”   ‘MIFTEYA RIZGARIYA WELAT’   Oran da zanîn ku Tifaqa Ked û Azadiyê watedar e û li ser deklarasyona di bin 4 sernavên bingehîn de ev nirxandin kir: “Eger hûn ji aliyekî ve lê binêrin, di vê metnê de ji Kurdan heta LGBTÎQ+, ji qeyûman heta Elewiyan her tişt heye. Deklerasyon dikare di bin çar sernavan de bê tesbîtkirin, ku niha çar pirsgirêkên herî bingehîn ên welêt tîne ziman: Rewşa xedar a aboriyê, nebûna demokrasiyê, daxwaza aştiyê û rûmeta kedê. Rewşa girseyên kedkar, ku her diçe xirabtir dibe, lê eger mirov ji alîyekî din ve lê binihêre, ew berhema Bav Diyalektîkê ye: Mifteya rizgariya welêt! Ya duyemîn jî teswîra çirava zextê ya hatiye kûrkirin a desthilata AKP’ê û MHP’ê ye.  Ya sêyemîn jî bi bîr xistina pirsgirêka kurd ku pirsgirêka sereke ya Tirkiyeyê ye û heta ku ew pirsgirêk bi rêyên demokratîk neyê çareserkirin, welat nikare were rizgargirin bû. Ya çaremîn jî, semboleke ku desthilat û muxalefeta zêdetir mûxafazakar e ditirsîne: hevkariya kurdan û sosyalîstan e.”   BANDORA ESASÎ YA TIFAQÊ   Oran, anî ziman ku Tifaqa Ked û Azadiyê bêrî ku bê avakirin bandor li desthilatê kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Erdogan êdî bang li ciwanan dike, dibêje ‘li dijî min ji azadiya xwe tavîz nedin!’ Wezîrê EdaletÊ Bekîr Bozdag bi heman awayî metnekî Zaytûngê dixwîne û dibêje ‘Em 20 sal in desthilat in, me mudaxileyî tarzê jiyana kesê nekiriye’. Lê bandora esasî ya Tifaqa Ked û Azadiyê wê li ser bloka Milet a neçarî dengên HDP’ê ye bibe. Ji xwe ji niha ve hin nêzîkatî çêdibin. Em ê hêj gelek tiştan bibînin. Bila bi xêr be.”   MA / Firat Can Arslan