Dozgeriyê ji bo endamê Koma Aştiyê Tûnç 15 sal cezayê hefsê xwest 2022-09-26 10:47:03   AMED - Dozgeriyê ji bo endamê Koma Aştiyê Mehmet Şîrîn Tûnç ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin, 15 sal cezayê hefsê xwest.    Endamê Koma Aştiyê û Cîgirê Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Şîrîn Tûnç, di çarçoveya lêpirsîna derheqê çalakiyên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de tê darizandin. Danişîna doza Tûnç li 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Tûnç, beşdarî danişînê nebû lê parêzera wî Cemîle Turhalli Balsak di danişînê de amade bû. Dozgeriyê di mutalaaya xwe de ji bo Tûnç cezayê hefsê xwest û mutalaaya xwe da dadgehê.    Dozger, di mutalaaya xwe de diyar kir ku Tûnç li ser bangawaziya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, di sala 1999’an de weke endamê “Koma Aştiyê” hatiye Tirkiyeyê, di nava Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de xebat meşandine û li gel ku sîfetekê KCD’ê nîne jî di navbera salên 2011,2012 û 2013’an de 34 caran ketiye avahiya wê ya li Konukeviyê û jê derketiye.    Her wiha dozger destnîşan kir ku Tûnç di sala 2011’an de beşdarî Lijneya Giştî ya KCD’ê bûye lê tu axaftin nekirine. Dozgeriyê diyar kir ku di 8’ê tebaxa 2012’an de rêveberên KCD’ê ji bo diyarkirina kesên di nava KCD’ê cih digirin, di navbera xwe de axivîne û di wê axaftinê de navê Tûnç derbas bûye û wan jî ev axaftin di encama şopandina teknîkî de guhdar kirine. Bi domdarî dozgeriyê got ku Tûnç di 16’ê îlona 2017’an de tev li kongreya KCD’ê bûye û îdia kir ku di kongreyê de “propagandaya rêxistinê” hatiye kirin. Dozgeriyê, îdia kir ku Tûnç li ser daxwaza rêxistinê beşdarî daxuyaniyan, mitîng, çalakî, merasîmên definkirinê û sersaxiyan bûye. Dozgeriyê bi domdarî cih da gotinên şahid Halît Şaşmaz ku îdia dikir Tûnç li Akademiya Siyasî ya DBP’ê “perwerdeya rêxistinî” da ye û gotinên Şîrda Erol ku digot ku Tûnç li DBP’ê tev li “perwerdeya rêxistinî” ya DBP’ê bûye ku weke sihbet derbas bûye.   ‘HEWL DA BANDORÊ LI GIRSEYAN BIKE’   Dozgeriyê, îdia kir ku KCD di çarçoveya armancên rêxistinê de saziya herî payebilinde û Tûnç jî tev li gelek civîn û çalakiyên KCD’ê bûye. Bi domdarî dozgeriyê îdia kir ku Tûnç tevî endamên din ên KCD’ê ji bo yekitiya kurdên li çar welatan dabeş bûne tevgeriyaye, hewl daye yekitî û yekparetiya dewletê xerab bike, civakê ji hev parçe bike û bandorê li girseyan bike.    XWEST CEZAYÊ 15 SALAN LÊ WERE BIRÎN   Di berdewamê de dozgeriyê got ku dema belge, agahî, îfadeyên şahidan, girtekên hêzên ewlekariyê û hwd. tên destgirtin, xuya dike ku Tûnç her tim di nava çalakiyê de ye û xwest ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” ji 7 sal û 6 mehan heta 15 salan cezayê hefsê lê were birîn.    Parêzera Tûnç, Cemîle Turhalli Balsak jî ji bo li dijî mutalaayê bikara parastina xwe bike, dem ji şandeyê xwest. Turhalli xwest ku tevdîra kontrola edlî ya li ser miwekîlê wê bê rakirin.    TEVDÎRA KONTROLA EDLÎ NEHAT RAKIRIN   Şandeya dadgehê biryar da ku heta rûniştineke din dem ji parêzer re bê dayîn, daxwaza rakirina tevdîra kontrola edlî red kir û danişîna dozê taloqî 15’ê mijdarê kir.