Partiyên siyasî û saziyên sivîl çûn şîna malbata Ay 2022-09-25 15:57:01   AMED - Partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî yên li Amedê çûn şîna malbata endama YJA Starê Hatîce Ay ku di 19’ê îlonê de di êrişeke hewayî de jiyana xwe ji dest dabû.   Şîna endama YJA Starê Hatîce Ay ku di 19'ê Îlonê de li navçeya Pîran a Amedê di êrişeke hewayî de tevî endamên YJA Starê Aliye Kiye û Hacer Sûcînê jiyana xwe ji dest dabû, di roja dûyemîn de berdewam dike. Endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY DER) ya Amedê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya 78’an çûn şîna malbata Ay.    ÇI BIBÛ?   Cenazeyê endama YJA Starê Hatîce Ay ku di 19'ê Îlonê de li navçeya Pîran a Amedê di êrişeke hewayî de tevî endamên YJA Starê Aliye Kiye û Hacer Sûcînê jiyana xwe ji dest dabû, radestî malbata wê nedihat kirin. Li ser vê yekê dayika Hatîce Ay, Hîdayet Ay û birayê wê Ayetûllah Ay bi armanca wergirtina cenazê li ber Edliyeya Amedê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin û partiyên siyasî û saziyên sivîl jî piştgirî dan çalakiyê. Dû re Serdozgeriya Komarê ya Amedê paş ve gav avet û cenazê radestî malbatê kir. Malbatê cenazeyê keça xwe nîvê şevê ji Saziya Tiba Edlî (ATK) teslîm girt û birin gundê Hewrê yê giredayî navçeya Pasûrê ya Amedê û bi girseyî veşartin.