Li Tekîrdagê eleqeyeke zêde nîşanî HDP’ê dan 2022-09-25 15:24:24   TEKÎRDAG - Endamên partiyê ku hevserokê HDP'ê Mîthat Sancar jî di nav de ye, li Tekirdagê bi eleqeyeke mezin hatin pêşwazîkirin.    Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, beriya kongreya partiya xwe ya li Tekîrdagê, li navçeya Çorlûyê bi gel re civiya. Sancar û kesên pê re li tesîseke Çorlûyê rawestiyan û govend gerandin. Dû re Sancar û kesên pê re bi dehan wesayîtan bi konvoyê ber bi Tekîrdagê ve bi rê ketin. Konvoya ku Sancar tê de bû di têketina Tekirdag de ji aliyê polîsan ve hat rawestandin. Parlamenterê HDP'ê yê Edeneyê Ridvan Tûran bertek nîşanî polîsan da û got: “Heke konvoyeke AKP'ê bûya we nedikarî rawestînin, wê we sirgûnî Şirnexê bikirana.” Polîsan pişt re destûr dan ku konvoy derbas bibe.    PÊŞWAZÎKIRINA GIRSEYΠ     Sancar li bajêr serdana esnafan kir. Esnafekî dirûnker ji krîza aborî ya heyî gazin kirin. Sancar jî got “Pirsgirêkên heyî em dikarin encax bi hev re biguherînin.” Welatî anî ziman ku ew HDP’ê dişopînin û  ew her tim wan guhdar dikin. Di serdana Sancar de esnafên din jî qala pirsgirêkên ku heyî kirin. Di serdana Sancar de koma qelebalix a li derdorê her tim dirûşmeyên “HDP hêviye hevî li ser piyan e” , “Em ê bi berxwedanê qezenc bikin” , “HDP gel e gel li vir e” berz kirin. Sancar serdana fûara pirtûkan a kevneşopî jî kir û bi pirtûkfiroşan re axivî.    Di dema serdanê de dikandarekî ku berçavk difiroşe got: “Birêvebirina dikanekê gelekî zehmet e. Zehmet e ku mirov debara xwe bike. Xwendina zarokan pir zehmet e. Gelê me ji zorê pêk tê.” Sancar jî li ser vê yekê wiha got: “Tişta ji vê hesantir heye. Têkoşîn û guhertina bi hev re. Em ê bi hev re vê bikin û ji ber wê em li vir in.”