Înfaza girtiyê nexweş Yapici hate şewitandin 2022-09-25 11:40:55   ÊLIH - Înfaza Nesîp Yapici ku bi awayekî tendurist ketibû girtîgehê û li wir bi penceşêra qirikê ket, ji ber derneket Lijneya Çavdêrî û Îdarî ya Girtîgehê 3 mehan hate taloqkirin.    Girtiyê nexweş Nesîp Yapici ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an a Seydîşehîra Konyayê tê ragirtin, tevî ku cezayê wî xelas bûye jî nayê berdan. Dihat payîn ku Yapici (55) yê 12 sal û 6 meh in girtî ye di 15’ê îlonê de bihata berdan lê hate hînbûn ku bi biryara Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ya Girtîgehê 3 mehan cezayê wî taloq kiriye. Hate diyarkirin ku berdana Yapici yê ji ber şertên girtîgehê bi penceşêra qirikê ketiye û nexweşiya dil pê re heye bi hinceta ku derneketiye lijneyê hatiye taloqkirin.    Birayê Yapici, Cengîz Yapici bal kişand ser cenazeyên di demên dawî de ji girtîgehê derdikevin û got ku jiyana birayê wî di xetereyê de ye.    DADGEHA BILIND CEZA KÊM DÎT   Yapici, da zanîn ku birayê wî di adara 2010’an de bi îdîaya “endamê rêxistinê ye” hatiye girtin û wiha got: “Bi hinceta guhdarkirina telefonê, îxbar û îfadeya şahidan hatiye girtin. Bi şanoyeke darizandinê ya salekê re ji ber 'endametiya rêxistinê' 7 sal û nîv cezayê girtîgehê lê hate birîn. Ev cezayê ku me îtiraz kir, ji aliyê Dadgeha Bilind ve kêm hate dîtin û li dijî birayê min hate xerakirin. Di encama jinûve darizandinê de ceza li 7 sal û nîveke din hate zêdekirin. Di dawiyê de 15 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn. Dadgeha Bilind di sala 2014’an de ev ceza pejirand û hikum teqez bû.”       Yapici, bi bîr xist ku kekê wî ji sala 2010’an ve girtî ye û wiha berdewam kir: “Dema serbestberdana bi şert a cezayê ku jê re hatiye dayin 11 sal e. Li gorî vê yekê, diviyabû di bihara 2021’an de bihata berdan, lê belê dema di vê dozê de girtî dihate darizandin, ji dosyeyeke berê cezayê wî yê 3 salan di navbera salên 2010-2014'an de hate pejirandin. Neçar ma salek û nîvan di statuya mehkûmekî de derbas bike. Di şert û mercên asayî de raketina vî cezayî ya di girtîgeheke de nîne. Şertên kontrola edlî tên sepandin. Ji ber ku li girtîgehê bû rastî pêkanîneke bi vî rengî hat. Bi mexdûriyeta duyemîn a ji vê yekê derket, cezayê birayê min salek û nîveke din hat dirêjkirin. Bi gotineke din, dema diviyabû di sala 2021’ê de bihata berdan jî, dîroka berdanê weke 15’ê Îlona 2022’an hat diyarkirin.”   DI GIRTÎGEHÊ DE BI PENCEŞERÊ KET   Yapici, diyar kir ku dema li benda biryara berdana kekê xwe bûn hînbûn ku înfaza wî 3 mehan hatiye dirêjkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tevî ku cezayê kekê min ê nexweşê giran bi biryarên keyfî û derveyî hiqûqî qediya jî înfaza wî 3 mehan hate taloqkirin. Kekê min ê bêyî pirsgirêkeke wî ya tenduristiyê hebe kete girtîgehê, di serî de nexweşiya penceşêrê, nexweşiya dil gelek nexweşî lê peyda bûn. Tedawiya wî hate astengkirin. Pêvajoyên tedawiyê veguherîn pêvajoyên îşkenceyê. 2 sal berê dema li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an a Tarsusê dihat ragirtin, li Nexweşxaneya Zanîngeha Mêrsînê ji ber pençeşêra qirikê emeliyat bû. Rojek piştî vê emeliyatê, li odeya girtiyan a nexweşxaneyê rastî êrîşa leşkeran hat. Bi vî rengî li şûna Girtîgeha Tarsûsê ew birin Girtîgeha Tîpa E ya Mersînê. Li vir 2 rojan rastî îşkenceya fîzîkî ya gardiyanan hat.”   ‘HEM JI AZADIYA XWE HEM JÎ JI TENDURISTIYA XWE BÛ’   Yapici, bi lêv kir ku kekê wî yê bi awayekî bêhiqûqî li girtîgehê tê ragirtin hem ji azadiya xwe hem jî ji tenduristiya xwe bûye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê birayê min ji ber nexweşiyên giran bê dermankirin. Em dixwazin ev mexdûriyet û bêhiqûqî ji holê rabe. Di 8 mehên dawî de nêzî 50 cenaze ji girtîgehan derketin. Birayê min ê girtî yê nexweş ku nikare li xwe binêre, divê demildest were berdan. Heta ji bo tedawiya wî me ji nexweşxaneyê randevû jî girti bû. Lê belê berdana wî bi awayekî dijhiqûqî hat taloqkirin. Ji bo ku cenaze ji girtîgehan dernekevin pêwîste her kes hestiyar be. Dawî li vê zilmê bînin.”