Li Girtîgeha Bedlîsê dermanên xerabûyî hatine tespîtkirin 2022-09-25 10:01:35   ENQERE - TÎHEK'ê ku serdana Girtîgeha Bedlîsê kir, diyar kir ku li revîrê dermanên xerabûyî tespît kiriye.    Saziya Wekheviyê ya Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHEK) ku di 7'ê Kanûna 2021'ê de serdana Girtîgeha Bedlîsê ya Tîpa E'yê kiriye, rapora xwe ya der barê girtîgehê de eşkere kir.   Di raporê de hatiye diyarkirin ku li Girtîgeha Bedlîsê ya Tîpa E'yê ku bi giştî 215 personel lê dixebitin, 431 hikumxwar û 148 girtî hene. Di raporê de hatiye ragihandin ku îdareya girtîgehê gotiye heftê 4 rojan rojê 2 saetan û ji bo her qawîşê 15 deqeyan ava germ dide girtiyan, lê girtiyan jî gotiye carinan ava germ tenê saetekê tê dayîn.    En raporê de hatiye diyarkirin ku ji pirsgirêkên girîng ên girtîgehê yek jê jî fatûreyên ceryanê ne û hatiye gotin ku girtiyan gotiye fatûreyên ceryanê yên girtîgehê ji yên abonetiyeke bazirganxanekê zêdetir tên.    ‘CIHOK BI ŞÛŞEYAN TÊN GIRTIN'   Di raporê de hatiye bilêvkirin ku di lêkolîna li odeyan de hatiye dîtin ku devê cihokên li hewadariyan ne bi mazgalan bi şîşeyên petan hatine girtin û wihatiye gotin: "Di hevdîtinan de hin girtiyan ragihandine ku nivînên wan pir kevn bûne û qetiyane û ji bo vê serî li îdareyê dane, lê îdareyê ew neguhertine. Girtiyan xwestiye cureyên berên li kantînê tên firotin bên zêdekirin, bi taybetî berên hatine qerisandin."   Di raporê de hatiye destnîşankirin ku personelên girtîgehê di warê pîşeyî de hatine perwerdekirin lê di warê "mafên mirovan û qedexeya îşkenceyê û muameleya xirab" de nehatine perwerdekirin.    Di raporê de hatiye destnîşankirin ku girtiyan diyar kiriye ku nikarin hevdîtinê bi dozger û midûrê girtîgehê re bikin û gava daxwaza hevdîtinê dikin ji dêvla wan karmend hevdîtinê bi wan re dikin. Her wiha hatiye diyarkirin ku hevdîtinên girtî hefteyê carekê tên kirin û dema hevdîtinan di navbera 30-50 deqîqeyî de ye û girtiyan ragihandiye ku ev dem hindik e.    BIJÎŞK TUNE YE LÊ DU WAIZ HENE   Di raporê de wiha hatiye gotin: "Li girtîgehê du waiz hene. Ev waiz li gor mufredata Dersa Çanda Dînî û Zanyariya Ehlaqê dersê didin."    DERMANÊN XERABÛYÎ   Di raporê de hatiye gotin ku revîr li qata jor e, lê belê girtî tenê dikarin di nêrdevanan de biçin revîrê û wiha hatiye gotin: "Li girtîgehê asansor tune ye. Heyeta serdanê revîrê vekolaye û di lêkolînê de hatiye dîtin ku li revîrê derman û kremên xerabûyî hatine dîtin û çarşefên li ser înîteyan kevn in û qetiyayî ne. Li revîrê 24 saetan personel tune ne. Di rewşeke lezgîn de ji 112'an doz apersonel tê kirin û nexweş bi vî awayî sewqî nexweşxaneyê tên kirin."    Her wiha di raporê de hatiye gotin ku li xwarina serê sibehê û ya êvarî ne xwarineke zêde ye û hin xwarin hene her tim tên dayîn, di menuyê de fêkî nehatine dîtin û wiha hatiye ragihandin: "Li girtîgehê endezyarê xurekan û diyetîsyen tune ne. Lîsteya xwarinê ji aliyê personelên embarê ve tê amadekirin."