Keça girtiyê nexweş Ozkan: Bavê min 27 sal in li ber xwe dide 2022-09-25 09:14:41   AMED - Selma Ozkan, keça girtiyê nexweş ê 83 salî Mehmet Emîn Ozkan, got: "Dema bavê min anîn cihê hevdîtinê xwestin li ser kursiya biçûk rûnê. Lê nikaribû rûnê. Destên wî direhilîn, nikaribû bi telefonê bigire. Me kir nekir me nikaribû biaxive. Guhên wî giran bûne, tiştekî nabihîse."   Ji girtiyên nexweş ên rewşa wan giran ên di lîsteya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de yek jî Mehmet Emîn Ozkanê 83 salî ye. Guatra bijehr, nexweşîan guh û çavan, nexweşiya helandina hestiyan bi Ozkan re. Her wiha Ozkan heya niha 5 caran qeyrana dil derbas kiriye û ji ber vê 4 caran jî anjiyo bûye.  Di demên dawî de Ozkan her hefte herî kem rojekê diçe nexweşxaneyê. Ozkan, herî dawî di 2'yê Îlonê de ji ber nexweşiya dil rakiribûn nexweşxaneyê û rîtma dilê wî ji sedî 40 kêm bûye. Ozkan sê rojan li nexweşxaneyê mabû û piştre ew bi awayekî kelemçekirî cardin biribûn Girtîgeha Amedê ya Tîpa D'yê.    Di sala 1993'yan de li navçeya Licê ya Amedê Tûxgeneral Bahtiyar Aydin hatibû kuştin û kuştina wî xistibûn stuyê Ozkan. Ozkanê ku 27 sal in ji ber vê girtiye, çendî nexweşxaneyê rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" daye wî jî, lê bi rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" ya Saziya Tiba Edlî (ATK) nayê berdan.    Selma Ozkan, keça Ozkan, destnîşan kir ku bavê wê tevî hemû nexweşiyan jî 27 sal in li ber xwe dide. JI XWARINÊ KETIYE   Ozkanê wiha domand: “Birayê min, bavê min bi kursiya biteker anî cihê hevdîtina girtî. Bavê min nikaribû li ser kursiya biçûk a li cihê hevdîtinê rûnê. Ji ber vê kursiya biteker xwest û bavê min li ser rûnişt. Destên bavê min direhilîn û nikaribû bi telefonê bigire. Birayê min serê telefonê xist nava destên wî. Lê me pêwendî bi hev re dananî. Ji lew re guhên wî giran bûne. Rojê deh heban dixwe." Ozkanê diyar kir ku di demên dawî de bavê wê cardin rakirine nexweşxaneyê û got: "Rîtma dilê wî ji sedî 40 kêm bûye. Sê rojan li nexweşxaneyê ma û paşê li ser kursiya biteker û kelemçekirî ew birin girtîgehê. Beriya niha derman dixwar û bi şev radiza. Lê belê nexweşiyên wî giran bûne, êdî ev derman jî fêdeyê lê nakin. Bavê min nikare razê. Êdî bavê min nikare xwarinê jî bixwe. Ji xwarinê ketiye."   ‘BIRAYÊ MIN JÎ NEXWEŞ E’   Ozkanê ji bo birayê xwe Ahmet Ozkan ê girtî ku ew û bavê xwe di heman odeyekê de ne jî got: "Di vê hevdîtinê de birayê min jî jar xuya dikir. Jixwe birayê min jî ji kezeba xwe emeliyat bûye û rewşa wî ji nebaş e.”    ‘DIBEJIN BILA BIMIRE Û DOZA LICÊ BE GIRTIN’   Ozkanê bilêv kir ku tevî ev qas nexweşiyan jî bavê wê nayê berdan û got ku ji ber vê bifikar in. Ozkanê destnîşan kir ku bavê wê belesebeb girtiye û wiha got: “Dixwazin bavê min di girtîgehê de bimire û bi vî awayî doza Licê bê girtin. Dinya tev dizane ku tu eleqeya bavê min bi vê bûyerê re nîn e. Ev gelek caran di çapameniyê de jî derket. Dema bavê min hat binçavkirin gelek îşkenceyên giran lê kirin. Di dema îşkenceyê de îfadeyeke ku wan çêkiribû pê dan îmzekirin. Jixwe xwendin û nivîsandina wî jî tune ye."   BANGAWAZÎ   Ozkanê bal kişand ser Nobeda Edaletê ya Amedê ya xizmên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin û bang li raya giştî kir: “Divê ji perlementeran heya saziyên civakî her kes dakeve qadan. Ger xwedîderketineke girseyî çêbibe dê ecamek bi dest bikeve. Êdî em nazwazin ji girtigehan tabût derkevin. Divê girtiyên nexweş di saxiya xwe de bibin rojev, ne ku piştî mirin."   ‘27 SAL IN LI BER XWE DIDE'   Ozkanê di dawiyê de wiha got: "27 sal in bavê min biribin kîjan girtîgehê ez çûm cem wî û min pêwendî pê re danî. Konya, Mêrdîn, Elbîstan, Mereş, Edene... Herî dawî 3 sal in em nikarin pêwendiyê bi hev re deynin. 27 sal ne hindik e, 27 sal... Gava bavê min hat girtin extiyar bû. Lê kes wek bavê min li ber xwe neda. Bifikirin 5 caran qeyrana dil derbas kiriye û 4-5 caran anjiyo bûye û dîsa li ber xwe dide. Tu sûcê bavê min tune ye. Heya ji min hebe ez ê bêsûciya wî bilêv bikim. Her kes dizane. Bavê min 27 sal in li ber xwe dide. Dê tim serbilind be li ber wan û dê 4 salên din spîsaxlem derkeve. Min li ber girtîgehê bang kir, min got, 'Tu 84 salî yî û hê jî ji te ditirsin."    MA / Mehmet Guleş-Eylem Akdag