Îlkay Akkaya: Em vegeriyane salên 90'î 2022-09-25 09:04:01   RIHA - Hunermend Îlkay Akkaya ku konserên tên qedexekirin, heyama desthilatdara AKP'ê şiband heyama tari ya salên 1990'î û got: "Di salên 1990'î de konserên min qedexe bûn, niha jî qedexe ne. Birastî jî em vegeriyane salên 1990'î."    Li Tirkiyeyê çalakiyên hunerî yên wekî konser, mîhrîcan û şanoyê her roj bi qedexeyên nû re rû bi rû dimînin. Konserên hin hunermendan û mîhrîcan bi biryarên walîtiyan tên qedexekirin, lê şaredariyên AKP'î bêyî têkevin ber van qedexeyan konser û mîhrîcanan li dar dixin. Di 4 mehên dawî de herî kêm 17 konser û mîhrîcan hatine qedexekirin. Ji hunermendên konserên wan tên qedexekirin yek jê jî Îlkay Akkaya ye. Di 30'ê tebaxê de konsera wê ya li Edeneyê, di 24'ê îlonê de konsera wê ya li Mêrsînê û di 25'ê Îlonê de jî konsera wê ya li Rihayê ji alîyê walîtiyan ve hatin qedexekirin.     Akkayayê qedexekirina konseran ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.    Akkayayê destnîşan kir ku qedexekirina konseran tê wateya mudaxileya li jiyana mirovan û wiha got: “Dixwazin mudaxeleyî jiyana mirovan bikin û bi vî awayî endezyariyeke civakî pêk bînin. Di konseran de ji lihevkombûna mirovan ditirsin. Bingeha van qedexeyan ew e ku mirov li hev necivin." Akkayyayê bibîr xist ku di salên 1990'î de konserên wê 10 salan hatine qedexekirin û wiha got: "Di navbera niha û salên 1990'î de tu guherînek tune ye. Bi rastî jî em vegeriyane salên 1990'î. Lê tişta êşbar ew e ku haya piraniya civakê ji vê tune ye. Ji ber ku rojnamevaniyeke rasteqîn tune ye, agahiyên agahiyên ku civakê manîpule dikin tên serwîskirin. Lewma mirv nikare ji vê civaka ku bîrbiriya wê ya rasteqîn hatiye guherandin, bertekên erênî hêvî bike. Divê em li dijî vê têbikoşin."   ‘ÊRIŞEKE LI DIJÎ AZADIYA FIKR Û RAMANÊ YE'   Akkayayê anî ziman ku her diçe qedexekirina konseran zêde dibe, lê AKP û saziyên nêzî wê konser û mîhrîcanan li dar dixin. Akkayayê wiha got: "Bi hinceta ewlehiyê qedexekirina konseran lawaztiya Wezareta Karên Navxweyî ye. Mecbûr in ewlehiyê pêk bînin. Bêyî sûcekî qedexekirinên bi vî rengî dijhiqûqî ne. Ger di konserên min ên din de sûc hatibe kirin, nexwe diviyabû ez niha wiha serbest negeriyama. Ev êrişeke li dijî azadiya fikr û ramanê ye."    ‘DÊ HER TIŞT BAŞ BIBE'   Akkayayê destnîşan kir ku gelek derdorên civakî yên cuda tên "tecrîdkirin" û wiha dewam kir: "Divê ev qedexe bi awayekî giştî bên nirxandin. Qedexekirina konsereran tenê ne êrişek li hemberî hunermendan e, êrişek li hemberî hemû derdorên dixwazin xwe îfade bikin. Tenê ne ji bo konseran, civak bi tevahî bi gelek qedexeyan re rû bi rû ye. Endezyariyeke civakî kirin. Em ketine qonaxeke dijwar. Ber bi atmosfera hilbijartinê ve, di çaçroveya mafên bingehîn ên mirovan de tişta herî bingehîn demildest divê her kes bê cem hev. Ewilî divê em vê yekê bikin. Ez ji vê bawer dikim. Min di straneke xwe de wiha gotibû; 'wêrekiya xwe ji dest bernede, bila roja te di dilê te de be, dê her tişt baş bibe.' Ne baş be jî, ji bo baş bibe divê em bitêkoşin. Em ê wêrekiya xwe ji dest bernedin. Ger em bi hev re têbikoşin û werin cem hev, em ê bi cîhaneke bedewa ji zarokên xwe re ava bikin."    MA / Emrûllah Acar