ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2022'YAN 2022-09-25 09:00:03   * Rojnamevana îranî Mehtap Mehbûbê diyar kir ku jinên îranî îlhamê ji berxwedana jinên Rojavayê digirin û wiha got: “Ji Rojava heta Îranê bilindbûna têkoşîna jinan a bi dirûşmeya ‘Jin, jiyan, Azadî’ ne tesaduf e. Ji lew re jin doza jiyanê dikin û tiştekî ku winda bikin nîn e.”   * Selma Ozkan, keça girtiyê nexweş ê 83 salî Mehmet Emîn Ozkan, got: "Dema bavê min anîn cihê hevdîtinê xwestin li ser kursiya biçûk rûnê. Lê nikaribû rûnê. Destên wî direhilîn, nikaribû bi telefonê bigire. Me kir nekir me nikaribû biaxive. Guhên wî giran bûne, tiştekî nabihîse."   * Dayika Alî Karakûrt ê li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê tê ragirtin, Sakîne Karakûrt diyar kir ku gardiyanan gefa kuştinê li kurê wê xwarine.    * Rapora pêzaniyê ya derbarê her du qezayên li Dêrikê de ku 20 kesî jiyana xwe ji dest dabû hat amadekirin. Di raporê de ajovan hatine sûcdarkirin û hatiye derpêşkirin ku tu qisûra Cengîz Holdîngê, polîsan û saziyên dewletê tune ye.    * TÎHEK'ê ku serdana Girtîgeha Bedlîsê kir, diyar kir ku li revîrê dermanên xerabûyî tespît kiriye.    * Hunermend Îlkay Akkaya ku konserên tên qedexekirin, heyama desthilatdara AKP'ê şiband heyama tari ya salên 1990'î û got: "Di salên 1990'î de konserên min qedexe bûn, niha jî qedexe ne. Birastî jî em vegeriyane salên 1990'î."    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 566’emîn de berdewam dike.   * TJA, dê 4’emîn Konferansa Jinan bi dirûşmeya “Em li dijî faşîzmê bi biryar, di azadiyê de bi israr in” li Êlihê pêk bîne. (09.00) ZINDÎ   * Şaxa OHD’a Dîlokê wê li eywaneke li bajêr 1’emîn Lijneya Giştî ya Awarte pêk bîne. (10.00)   * Rêxistina HDP’a Tekîrdagê wê bi tevlibûna Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar kongreya xwe pêk bîne. (13.30)