MKGP’ê û DFG’ê ji rejîma Îranê re got: Rojnamevanan demildest berdin 2022-09-24 17:18:36 AMED - MKGP’ê û DFG’ê diyar kir ku ji ber rojnamevanan geşedanên li Îranê ji rayagiştî re ragihandin ji aliyên hêzên rejîmê ve hatin binçavkirin û xwestin rojnamevan demildest bên berdan.    Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) li ser binçavkirina gelek rojnamegeran ku di nav de Nîlufer Hamîdî, Yelda Meîrî û Fatima Rajabî jî hene daxuyaniyên nivîskî yên cuda weşandin. Di her du daxuyaniyan de bang li rejîma Îranê hat kirin ku tavilê rojnamevanan berdin.    MKGP: MAFÊ NÛÇE GIRTINÊ TÊ ASTENGKIRIN   MKGP’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Nîlufar Hamîdî mirina Jînayê ji raya giştî re ragihandibû û ji hêla Rejîma Îranê ve hat girtin. Piştre rojnamegerên ku çalakiyên ji bo Jînayê hatî li darxistin ji cîhanê re ragihandin hatin binçavkirin. Mafê ragihandinê tê astengkirin. Hesabên dijîtal ên medyayê tên astengkirin. Çapemeniya muxalîf tên astengkirin.    TEHAMULA DENGÊ JINAN NAKIN   Jin hedef tên girtin û tên kuştin. Jiyana jinan di xeterê de ye. Tehamûlê dengê jinan nakin. Lê belê em wek rojnamegerên jin dê teşhîrkirina zîhniyeta serdest a mêr bidomînin. Em ê rastiyê ji raya giştî re ragihînin. Em ê piştevaniya hevpîşeyên xwe bikin. Em wek platform zext û êrişên li hemberî rojnamegerên jin qebûl nakin. Em bang li Rejîma Îranê dikin ku Nîlufar Hamîdî, Yelda Meîrî û Fatîma Rajabî di nav de hemû rojnamegerên din serbest berdin. Rojnamegerî ne sûc e û nayê darizandin.”   DFG: HÊZA TU DESTHILATAN TÊRA NAKE   DFG’ê jî di daxuyaniya xwe de binçavkirina rojnamevanan şermezar kir û wiha got: “Li ku dera cîhanê dibin bila bibin peywira rojnamevan ew e ku rastiya heyî ji raya giştî re ragihînin. Ji ber rojnamevan karê xwe dikin nikarin hedef bên girtin, bên darizandin û cezakirin.   EM BI WAN RE DI NAVA PIŞTEVANIYÊ DE NE   Em careke din dixwazin diyar bikin ku rojnamevan wê li ser pêkanînên rejîmên paşverû û zordar ên li Îranê û tevahiya cîhanê, nivîsandina xwe bidomînin. Tu rejîm nikare pêşî li aşkerabûna rastiyan bigire. Tu hêz nikare pênûsa heqîqetê bişikîne. Bi vê bîr û baweriyê em ê li her devera cîhanê li gel zextan jî bi rojnamevanên ku dinivîsînin re li ser piyan bin û di nava piştevaniyê de bin.”