Rûniştina F: Divê Huseyîn Durmaz di zûtirin demê de bê berdan 2022-09-24 17:13:31 STENBOL - ÎHD’ê di “Rûniştina F” ya hefteya 548’an de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Huseyîn Durmaz û xwest ku di zûtirin demê de bê berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Stenbolê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, her hefteyê çalakiya “Rûniştina F” li dar dixin. Çalakiya 548’an li pêşiya Şaxa ÎHD’a Stenbolê hat dayîn. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Huseyîn Durmaz ku li Girtîgeha Tîpa F a Kiriklarê tê ragirtin. Di çalakiyê de pankarta “Bila girtiyê nexweş Huseyîn Durmaz bê berdan” hatibû vekirin û girseyê gelek caran dirûşmên “ Mirov bi mafên xwe mirov e”, “Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyîn”, “Tedawî maf e nayê astengkirin” û “Mehmet Emîn Ozkan berdin” berz kirin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Oya Ersoy, parlamenterên Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) yên Stenbolê Sera Kadigîl û Ahmet Şik jî di çalakiyê de amade bûn.    Li ser navê girseyê Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Stenbolê Mehmet Acettîn daxuyanî xwend. Acettîn, bal kişand ser Bariş Keve ku 5 roj berê li Girtîgeha Tîpa T a Akçadag a Meletiyê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dabû û xwest ku mirina Keve bê lêkolînkirin.    MAVÊ TEDAWIYÊ TÊ ASTENGKIRIN   Bi domdarî Acettîn bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Huseyîn Durmaz ku li Girtîgeha Tîpa F a Kiriklar a Îzmîrê tê ragirtin û da zanîn ku di sala 1996’an de ji ber pirsgirêkên tenduristiyê hatibû berdan. Bi domdarî Acettîn ev agahî dan: “Lê belê tevî ku rewşa wî ya tenduristiyê baş nebûbû jî, di sala 2017’an de dîsa hat girtin. Durmaz di mijara tedawîkirinê de pirsgirêkan dijî. Di dema pandemiyê de jî qet nebirin nexweşxaneyê. Di meha hezîranê de ji ber girseyeke li ser perasûyên wî, teşhîsa penceşêrê hat kirin. Di 30’ê tebaxê de jî dest bi tedawiya kemoterapiyê kir. Bijîşk dibêjin ku ji ber nexweşiyê, dibe ku ji ber tiştên biçûk hestiyên Durmaz bişikên lewma divê şert û mercên wî bên başkirin. Divê baş bê xweyîkirin, hîjyena cihê wî baş be û li deverên bistres dûr be. Nexwe, xetereya mirinê li ser jiyana wî heye. Ev şert û mercên ku bijîşk qal dikin, li girtîgehê mimkin nînin. Lewma jî divê di zûtirin demê de bê berdan.”