Aktîvîstê îranî Hosseîn Ronaghî û parêzerên wî hatin girtin 2022-09-24 16:34:51   ENQERE - Aktîvîstê îranî Hosseîn Ronaghî ku ji hêla hêzên rejîmê ve hatibû derbkirin û binçavkirin, tevî parêzerên xwe hate girtin.    Aktîvîst, nivîskarê blogê û muxalîfê siyasî yê îranî Hosseîn Ronaghî li pêşiya Girtîgeha Evînê ji hêla hêzên rejîma Îranê ve hat derbkirin û binçavkirin. Hat zanîn ku Ronaghî hate girtin. Parêzerên Ronaghî, Saeed Jalilian û Milad Panahipour jî di dema rageşiya li pêşiya Girtîgeha Evînê hatin binçavkirin û piştre hatin girtin.    ÇI BÛBÛ?   Hosseîn Ronaghî bi hinceta ku rola wî di protestoyên piştî hilbijartinê yên Îranê de heye, di sala 2009’an de hatibû girtin. Şevê din beşdarî weşana zindî ya Televîzyona Îran Înternatîonalê bûbû û têkildarî çalakiyên li Îranê nêrînên xwe parve dikirin. Di vê navberê de polîsan bi ser televîzyonê de girtin, weşana Îran Înternatîonalê qut kirin û Ronaghî binçav kirin. Ronaghî, di sibeha roja piştre dîmenek parve kir û da zanîn ku wî kariye xwe ji nava lepên polîsan xelas bike û dê ji bo danişîna xwe di roja şemiyê de biçe Girtîgeha Evînê. Her wiha ragihand ku heke biryara girtinê bê dayîn, dê di kêliyê de dest bi rojiya mirinê bike.   Ronaghî ji bo ku îro beşdarî danişîna xwe bibe çû Girtîgeha Evînê lê ji hêla hêzên rejîmê ve hat derbkirin.