Girtiyê nexweş Yûsûfoglû sewqî nexweşxaneyê nayê kirin 2022-09-24 16:32:26   ENQERE - Endamê Şaxa Lijneya Rêveber a ÎHD’a Enqereyê Îhsan Seylan da zanîn ku ji bo tedawiya girtiyê nexweş Ridvan Yûsûfoglû ku li Girtîgeha Tîpa La Panosê tê ragirtin, sewqên pêwîst nayên kirin.    Înîsiyatîfa Azadî ji bo Girtiyên Nexweş, ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş her hefteyê çalakiyê li dar dixin. Di hefteya 420’an de înîsiyatîfê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Ridvan Yûsûfoglû ku li Girtîgeha Tîpa L a Panosê tê ragirtin. Daxuyanî li pêşiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê hat dayîn û pankarta “Tedawî maf e nayê astengkirin, girtiyên nexweş berdin” hatibû vekirin. Li ser navê înîsiyatîf3e, Endamê Lijneya Rêveber a Şaxa ÎHD’a Enqereyê Îhsan Seylan daxuyanî xwend.    Seylan, da zanîn ku girtiyê nexweş Yûsûfoglû di sala 1994’an de hat girtin û cezayê muebbetê lê hatiye birîn û ev agahî dan: “Yûsûfoglû niha 46 salî ye û di nava 28 salan de li girtîgehên Şirnex, Tokat, Edene, Mêrdîn û Amedê hatiye ragirtin. Yûsûfoglû ku niha li Girtîgeha Tîpa L a Panosê tê ragirtin, 17 sal berê teşhîsa Ulseratîf Kolît lê hat kirin. Di wergirtina dermanê Salofalk de ku ji bo pêşîlêgirtina adabê nebe nabe ye, zehmetiyan dikişîne. Di halê hazir de ji bo ku bikare tedawiyê bibîne, divê sewqî Amed an jî Wanê bê kirin ku li wir beşa Gastroenterolojiyê heye. Ji bo vê gelek caran serî li saziyên pêwendîdar da lê bersiveke erênî nehat dayîn.”    ‘NEXWEŞIYÊN WI YÊN MÎDE Û APNEYA XEWÊ HEYE’    Bi domdarî Seylan bal kişand ser serlêdana di 23’yê tebaxa 2022’yan de bi ÎHD’ê hatiye kirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di serlêdanê de dihat gotin ku sewqên nexweşxaneyê nayên kirin. Yûsûfoglû di 5’ê îlona 2022’yan de ji ber pirsgirêkên mîde û rûviyan, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Panosê. Lê belê bo wî tenê serûmek hat danîn û piştre dîsa vegerandin girtîgehê. Ji bilî nexweşiya Ulseratîf Kolît’ê, her wiha nexweşiyên weke varîs, fitqa piştê, mîde û apneya xewê jî pê re hene. Ji bo van nexweşiyên wî jî tedawiyên pêwîst nayên kirin. Ji bo ku tetkîk û tedawiyên Yûsûfoglû, divê demildest sewqên wî bên kirin. Ji bo nexweşiya wî ya ku her tim jiyana wî zehmet dike û xetereyê li ser çêdike, hewceye sewqî girtîgeheke ku Beşa Gastroenterolojiyê lê heyî bê kirin. Di vê pêvajoyê de jî hewceye demildest rapora şandeyê bê girtin û ji bo tedawiyê bê berdan.”