Tifaqa Ked û Azadiyê Nexşerêya xwe aşkera kir: Em ji bo çareseriyê tên 2022-09-24 15:55:57   STENBOL – Tifaqa Ked û Azadiyê bi tevlibûna bi hezaran kesî “Nexşerê"ya xwe aşkera kir. Wiha hat gotin: "Îdiaya me jî û armanca me jî mezin e. Dê meşa me jî pir mezin be."    Tifaqa Ked û Azadiyê deklarasyona “Nexşerêyê” li Navenda Kongreyan a Halîçê aşkera kir. Di aşkerekirina deklarasyonê de Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr û Cengîz Çîçek, Hevserokê Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar û Pervîn Buldan, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Serokê Giştî yê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) Erkan Baş, Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Ercument Akdenîz, Berdevka Demê ya Partiya Azadiya Civakî (TOP) Oerîhan Koca, Berdevka Partiya Tevgera Kedkar (EHP) Ozge Akman, Berdevkên Demê yên Federasyona Meclisê Sosyalîst (SMF) Dilşad Canbaz û Bariş Kayaoglû, Hevserokên Giştî yên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş û Şahîn Tumuklu, Hevserokên Giştî yên Partiya Kesk a Çep Îbrahîm Akin û Ayşe Erdem, Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torun Oneren, Hevserokên Giştî yên Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce û Cavît Ugur, Berdevkên Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) Kezban Konukçu û Sezgîn Kartal û parlamanter û nûnerên partiyên pêkhateyê amade bûn.      Li eywanê lolîpopên bi nivîsên “Demokrasî”, “Azadî”, “Wekhevî”, “Ked”, “Jin”, “Aştî”, “Xweza” û “Ciwan” hatin bicihkirin. Di heman demê de pankaratên “Em ê bi hev re li ber xwe bidin” û “Tifaqa Ked û Azadiyê” hatin daliqandin.    Di ketina navenda kongreyê de her wiha alayên baberik ên nivîsa Tifaqa Ked û Azadiyê li ser hatin rêzkirin û di ekrana mezin a eywanê de jî jenerîka logoyên pêkhateyên tifaqê hatin pêşandan.    GOVEND, TILILÎ   Ji jinan heta ciwanan, ji karkeran heta siyasetmedar û gelek derdorên din ên civakê beşdarî deklarasyonê bûn. Karker bi dirûşmeyên “Yekitiya karkeran dê sermayayê têk bibe” û “Bêdeng nemîne, her ku bêdeng dimînî dê dor bê te” ketin hundirê eywanê. Bi hezaran kesî mil dan milên hev, xelekên govendê gerandin û lîrandin. Karker bi kaskên xwe, jinên karker jî bi tiliyên xwe govend gerandin. Gelên cuda jî tev li xelekên govendê bûn û peyama têkoşîna hevpar dan.    BI DURÛŞMEYAN ÎMRALIYÊ SILAV KIRIN   Bi hezaran kesên hêwanê tije kirin dirûşmeyên "Bijî berxwedana gelan", "Em ê bi hev re bi ser bikevin", "Ev hê destpêk e", "Wê AKP hesabê gel bide" hatin berzkirin. Ciwanan ji bênavber dirûşmeyên "Bö Serok jiyan nabe", "Ciwan fedaiyên Apo ne" berz kirin.   DEKLERASYON HAT XWENDIN   Paşê kurtesînevîzyoneke ji çalakiyên civakî hat nîşandan. Ji Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Melîs Akyurekê û ji Partiya Kedê (EMEP) Levent Gokçek deklerasyona Tifaqa Ked û Azadiyê xwendin. Piştî daxuyaniyê partiyên pêkhateyên axivîn.    EHP: BAŞTÎ, GUFTÛGO, DIYALOG    Ewilî Berdevka EHP'ê Ozge Akman axivî. Akmanê diyar kir ku sê têgihên bingehîn ên tifaqê hene. Akmanê anî ziman ku ew ji bo ked, azadî û aştiyê bi rê ketine û bal kişand ser krîza aborî ya li Tirkiyeyê.    Akmanê axaftina xwe wiha domand: "Demîrtaş di hilbijartinên herêmî de tiştek gotibû. Gotibû 'kevirekî bikin ber dilê xwe û wisa dengê xwe bidin.' We deng wergirtin, hey ên hatin hilbijartin. Baş e, lê carekê be jî ma meriv qet napirse, 'gelê kurd çima kevir da ber dilê xwe?' Ah a, ji bo em bipirsin bê çima gelê kurd kevir kiriye ber dilê xwe bi rê dikevin. Em dibêjin dê aştî çêbibe, em dibêjin gere diyalog çêbibe, em dibêjin dê guftûgo çêbibe. Û bi vî awayî em ê pirsgirêka kurd bi rêyên adil û demokratîk çareser bikin. Rêya bicîbûna li dilê gelê kurd, ev e. Divê em têkoşîna xwe ya hevpar hîn mezintir bikin. Ev rejîma yekzilamî her carê hewl dide dengê me bitepisîne. Lê niyeteke me ya ku em wisa bidomînin qet tune ye. Em rejîma otorîter qebûl nakin, em vê rejîmê qebûl nakin. Demîrtaş got: 'Em ê te nekin serok'. Em jî dibêjin em ê te bişînin. Em têkoşîna hevpar mezin dikin. Em alternatîf in.”   EMEP: EM BI HÊVÎ NA, DÊ GEL BI SER BIKEVIN   Serokê Giştî yê EMEP'ê Ercument Akdenîz jî got: “Hêviyek me, xeyalek me heye. Em Tirkiyeyeke bi vî rengî xeyal dikin ku dema zarok diçin dibistanê û li çenteyê xwarinê yê kêleka xwe binerin hêstir ji çavên wan neyên. Em ji bo vê bi yek bûn. Em Tirkiyeyekê dixwazin ku mirov bi roj betal negerin, bi şev birçî ranekevin. Em ê bi hev re vê pêk bînin, em ê bi hev re bi ser bikevin, gelê kurd, tirk û Rojhilata Navîn wê bi ser bikevin. Gel dê bi ser bikevin."   BÛLDAN: SERKETINA ME YA NÛ NÊZ E   Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldanê jî wiha giha got: “7'ê Hezîranan, serkeftina me ya nû nêzîk e. Îdiaya me jî û armanca me jî mezin e. Lewma dê meşa me jî pir mezin be. Em tên, ji bo afirandina erdnîgariyek ku ne şer, aştî lê serwer be em tên. Em ji bo meseleya kurd bi rêbazên demokratîk bê çareserkirin tên. Em tên, ji bo pêçandina hemû birînên me tên. Em bi hev re bi rê ketin da ku bibin tava sibehên xweş. Em tên, ji bo pêşî li ber cihokên rant û gendeliyê bigirin. Em tên, ji bo aştiya Dayikên Çorlû, Dayikên Roboskî, Dayikên Şemiyê û Dayikên Aştiyê biqîrin tên. Em ji bo jinan tên, ji bo Mahsa Emînî ya ji ber porê ku porê wê xuya dikir hat qetilkirin tên, em ji bo siberoja ciwanan tên. Karker û kedkarên hêja em ji bo we tên. Em tên, ji bo ku rejima qeyûmê li goristana darbeyan binax bikin tên. Em hem çare ne hem jî hêza çareseriyê ne. Çîroka me çîroka hevdîtina rojên xweş û geş e. Roj nêzîk in ku em bibêjin tu bi xêr hatî demokrasî, edalet û aştî. Rêya we û me vekirî be."   SANCAR: BERPRISIYARIYA DÎROKÎ   Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar jî bi kurdî silav li beşdaran kir û diyar kir ku îro rojeke dîrokî û girîng e. Sancar wiha got: “Ev têkoşîn yek ji qonaxên girîng ên rêwitiya me ye. Hatina cem hev azmûneya têkoşîna siyaseta demokratîk a gelê kurd û vîna gelên Tirkiyeyê roja destpêkirina qonaxeke nû ye. Rojbûna me hemûyan pîroz be. Ev welat 10 sal in bi polîtîkayên şer, bi pergala kedxwariyê, bi talan û derewan tê birêvebirin. Niha em ji bo li dijî şer aştiyê, li dijî kedxwariyê wekhevî û rûmetê, li dijî talanê edaletê û li dijî derewan heqîqetê biparêzin em hatin cem hev û bûn yek û em dest bi meşeke mezin dikin. Ev meş meşa ked û azadî, demokrasî û aştî, edalet û heqîqetê ye. Mezinkirina vê meşê berpirsyariya me ya dîrokî ya li hemberî gelên vî welatî ye."    Hevberdevkê Demê ya SMF'ê Bariş Kayaoglû destnîşan kir ku tifaq ji bo têkoşîna civakî tifaqeke pir girîîng e û bal kişand ser têkoşîna hevpar a di bin banê Tifaqa Ked û Azadiyê de.   Serokê Giştî yê TÎP'ê Erkan Baş jî destnîşan kir ku girîngiyeke dîrokî ya vê tifaqê heye. Baş bilêv kir ku ew bi hev re tifaqa herî kokdar a dîroka Tirkiyeyê radigihînin û wiha got: "Em ê dîrokê ji nû ve binivîsin."    Berdevka Demê ya TOP'ê Perîhan Koca jî di axaftina xwe de anî ziman ku Tifaqa Ked û Azadiyê alternatîfeke gelparêz e û got ku ew ê gelê xwe mekûmû başê xiraban nekin.   Piştî axaftinan nûnerên partiyên di bin banê Tifaqa Ked û Azadiyê de li ser dikê beşdaran silva kirin. PIştî wêneyê giştî hat girtin bername bi dawî bû.