Ermenîstanê teslîm kirin, MÎT’ê got ‘Me bi operasyonê girtin’ 2022-09-24 14:21:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Hate diyarkirin ku endamên HPG’ê Atîlla Çîçek û Huseyîn Yildirim ên ku MÎT’ê ragihdandibû ku ew di operasyoneke li ser xeta sînor girtine, ji aliyê Ermenîstanê ve radestî Tirkiyeyê hatine kirin.    Teşkîlata Îstîxbarata Netewî (MÎT) duh îdia kiribû ku Atîlla Çîçek (Leheng) û Huseyîn Yildirim (Alîşer) ên HPG’yî di operasyona li ser xeta sînor li dar xisti bûn de girtine û anîne Tirkiyeyê. Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) têkildarî mijarê daxuyaniya nivîskî ya Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê weşand.    ERMENÎSTANÊ TESLÎM KIR   HPG’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku di tebaxa 2021’an de dema endamên wan Leheng û Alîşer li nêzî sînorê Ermenîstanê li ser peywîra xwe bûn, rastî hêzên dewleta Ermenîstanê hatine û wiha got: “Ji bo ku rewşeke neyînî pêk neyê hevalên me hesas tevgeriyane lê piştre hevalên me hatine destgîrkirin û girtin. Derbarê hevalên me de doz hatiye vekirin û hevalên me di warê hiqûqê de têkoşiyane û di 23’ê Sibata 2022’an de Dadgeha Temyîzê ya Ermenistanê derbarê wan biryara berdanê daye. Hevalên me ji dêvila ku li gorî qanûnên hiqûqa navneteweyî û ya dewleta Ermenistanê diviyabû werin berdan, ji aliyê îstîxbarata Ermenistanê ve hatine revandin. Di encama hewldanan de soz hatibû dayîn ku wê hevalên me werin berdan lê mehek berê hevalên me Leheng û Alîşêr ji aliyê dewleta Ermenistanê ve teslîmî dewleta tirk hatine kirin.”   ‘JI BO ERMENÎSTANÊ CIHÊ ŞERMÊ YE’   HPG’ê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku Dewleta Ermenistanê bi vê bûyerê him qanûnên navneteweyî û him jî hiqûqa xwe ya fermî bin pê kirine û wiha berdewam kir: “Ev hevalên me yên şoreşgerên Kurdistanê ji bo parastina hebûna gelê xwe û pêkanîya azadiyê têdikoşin û êşa hemû gelên bindest di dilê xwe de hîs dikin. Ermenistanê ev hevalên me teslîmî dewleta tirk a dagirker kiriye û ev tişt ji bo Ermenistanê şermeke mezin e. Bi vî awayî her du hevalên me ketine destê dewleta tirk. Lê medyaya şerê taybet a dewleta tirk ev bûyer wekî operasyoneke MÎT’ê ya serkeftî pêşkêş kiriye. Di daxuyaniya xwe ya 14’ê Îlona 2022’an de me diyar kiribû ku kesên bi navê Hatîp Guney û Arîa Ahmet Suleyman piştî ku îxanet li tevgera me kirine, ketine destê dewleta Iraqê û ji ber berjewendiyan ev kes teslîmî dewleta tirk hatine kirin. Lê weke operasyoneke li dijî Kampa Mahmûr hatiye kirin nîşandan.”   SENARYOYA LI SER MASEYÊ    HPG’ê daxuyaniya xwe bi van gotinan bi dawî kir: “MÎT’a Tirk ji bo îtîbarê bi dest bixe, derfetên dewleta tirk pêşkêşî hêzên cihê dikin û li hemberî tevgera me dixwazin hin encaman bi dest bixin û vî tiştî wekî serkeftina xwe nîşan bidin. Gelekî eşkere ye ku ev çîrokên serkeftinê bi senaryoyên sixte li ser maseyan tên amadekirin, ne rast in. Divê gelên Kurdistan û Tirkiyeyê bi van derewên MÎT’ê bizanibin.”