Zilamê ku Zelîha Dûrmûş qetil kir hate girtin 2022-09-24 12:55:10   ANTEP - Suleyman Dûrmûş ê li Dîlokê piştî hevjîna Zelîha Dûrmûş qetil kir ji polîsan re got “Biborînin min hûn aciz kirin” hate girtin.    Zelîha Dûrmûş a li Taxa Aydinlik a navçeya Islahiyeya Dîlokê dijiya, duh ji aliyê hevjînê xwe Suleyman Dûrmûş ve hate qetilkirin. Dûrmûş ê mamosteyê dibistana seretayî ye piştî cînayetê çû navenda polîsan û sûcê xwe îtîraf kir. Dûrmûş, piştî kirariyên li miduriyeta polîsan îro sewqî edliyeyê hate kirin. Suleyman Dûrmûş ji aliyê dadgeriya nobedar ve hate girtin û şandin girtîgehê.    Balkêş bû ku Dûrmûş piştî lêkolînkirina cihê bûyerê ji polîsan re got “Biborînin min hûn aciz kirin.”