‘Heke li gorî hiqûqê nêzî Doza Anter bûbûna dê têkiliya dewlet û çeteyan derketa holê’ 2022-09-24 09:49:47   AMED -  Hevalê Mûsa Anter Şefîk Beyaz têkildarî ketina doza Mûsa Anter a ber demboriyê axivî û got: “Heke bi awayekî hiqûqî nêzî dozê bûbûna, dê têkiliyên di navbera çeteyan û dewletê de derbiketa holê.”    Zanyar, nivîskar û rojnamegerê kurd Apê Mûsa (Anter) di 20’ê îlona sala 1992’yan de ji bo tev li Mîhrîcana Çand û Hunerê bibe hatibû Amedê û ji hêla tetîkkêşên JÎTEM’ê ve li Semta Seyrantepe ya Amedê hatibû qetilkirin. Doza Mûsa Anter bi Doza Sereke ya JÎTEM’ê û ya Ayten Ozturk ve ku di sala 1993’yan de ji hêla Mahmût Yildirim ê bi koda “Yeşîl” hatibû qetilkirin kiribûn yek dosya. Doza ku li 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê dihat dîtin, di danişîna 21’ê îlonê de bi biryara şandeya dadgehê ket ber demborînê. Gelek derdorên cuda bertek nîşanî biryara dadgehê dan.    Ji hevalên Apê Mûsa Şefîk Beyaz ku di salên 1990’an de bi hev re xebitîbûn, têkildarî doza Apê Mûsa bi ajansa me re axivî.    Şefîk Beyaz di serî de bal kişand ser pêvajoya Doza Mûsa Anter û got ku dewletê bi zanebûn wisa birêve biriye. Şefîk, diyar kir ku heke ev doz di çarçoveya hiqûqê de bihata destgirtin, bi dozê re dê têkiliyên di navbera dewlet û çeteyan de derketina holê û wiha got: “Anku dê tetîkkêş û yên pê dayîn kirin derketina holê. Ji bo ku faîl neyên dîtin, doz xistin ber demborînê. Hêzên ku Apê Mûsa qetil kirin û yên di dozê de biryar dayîn, heman hêz in. Her du hêz jî di mijara dijminatiya kurdan de yek in. Di nava dewletê de her tim avadaniyek heye ku bi navê ‘ji bo berjewendiyên pîroz ên dewletê’ derqanûnî tevdigere. Ev avadanî tê zanîn. Duh hebû û îro jî heye. Tu ferq û cudahiya di navbera desthilatdariya niha û ya di salên 90’î de nîne.”    ‘BI ENCAMA DOZÊ RE PEYAM DAN AZADÎXWAZAN’   Bi domdarî Beyaz destnîşan kir ku Apê Mûsa her tim ji bo azadiya gelê kurd têkoşiyaye û wiha domand: “Ev pirsgirêk her tim di rojevê de digirt û di vê mijarê de serkeftî bû. Apê Mûsa, rûspiyekî kurd bû. Bi encameke wiha ya dozê re wan hêzan peyameke wiha dan kesên ji bo têkoşîna azadiyê ya kurd didin; ‘an aqilê xwe bînin serê xwe yan jî dê aqûbeta we jî wiha be.’ Desthilatdariya heyî hemû hêz di xwe de navendî kirin û sûcên li ser navê dewletê tên kirin rewa dike û teşwîq dike.”   ‘EV BIRYAR NAYÊ QEBÛLKIRIN’   Herî dawî jî Beyaz ev tişt anî ziman: “Divê ev encam bi vî awayî neyê qebûlkirin. Hewceye pêvajoya hiqûqî bidome û ji bo ku encamekî baş jê were girtin, divê hiqûqnasên jêhatî li ser vê dozê bisekinin. Piştgiriya rêxistinên civaka sivîl û demokratîk girîng e. Dê bandorê li têkoşîna hiqûqî bike.”   MA/ Mehmet Guleş