ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2022'YAN 2022-09-24 09:00:43     * Ji 4 kesên ku bi biryara Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Êlihê hatibûn girtin kesek hat berdan û 3 kes jî ji ber îtiraza dozger nehatin berdan. Endamên heman dadgehê yên ji bo îtirazê hatin edliyeyê, vê carê ji bo her 4 kesan biryara girtinê dan.    * Girtiya nexweş Tenzîle Acar ku di Girtîgeha Bakirkoyê ya Jinan de girtiye bi rêya di telefona ragihand ku amûrên wan ê paqijiye hatine desteserkirin û got:" Firaqên me yên paqijiyê desteserkirine û nexweşiya xurê belav bûye."    * Bahattîn Keve, bavê Bariş Keve ku bi awayekî biguman li girtîgehê jiyana xwe ji dest da, diyar kir ku ew yeqîn nake ku kurê wî xwe kuştibe û wiha got: "Bi awayekî organîzekirî hat qetilkirin."    * Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê diyar kirin ku li dijî polîtîkayên şerê taybet di Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût de li hev kom bûne û gotin: "Ciwan hêza dînamîk a vê civakê ne. Hêza îtirazê ya li hemberî pergalê ne. Ciwan divê li dijî pergala kujer û qetilker xwe birêxistin bike."    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 565’emîn de berdewam dike.    * Çalakiyên “Bila winda bên dîtin, fail bên darizandin” wê li Amed, Êlih û Îzmîrê dewam bikin. (11.00-13.00) ZINDÎ   * Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe bipirsin û bixwazin faîl bên aşkerakirin û darizandin dê di hefteya 913’emîn de li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar bixin. (12.00)   * Rojnameya Xwebûnê ku weşana xwe bi kurdî dike, wê têkildarî desteserkirina polîsan a rojnameya wan li ber otogara Amedê daxuyaniyê bide. (13.00)   * Însiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş wê li ber Şaxa ÎHD’a Enqereyê daxuyaniyekê bide. (13.30)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, dê çalakiya 548’emîn a “Rûniştina F” ku ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş li dar dixînin, wê li ber avahiya komeleyê li dar bixîne. (13.30)   * Li Dîlok û Îzmîrê têkildarî qetilkirina Jîna Mahsa Emînî ya li Îranê daxuyanî bên dayîn. (14.00-17.00)   * Tifaqa Ked û Azadiyê wê “nexşe rêya” xwe li Navenda Kongreyê ya Halîç a Stenbolê ji raya giştî re aşkere bike. (15.30) ZINDÎ