Li Loristanê jî xwepêşandan dest pê kirin 2022-09-23 21:54:31   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Loristan û Tebrîzê jî ji bo Jîna Amîniyê xwepêşandanên girseyî hatin lidarxistin.   Çalakiyên li gelek bajarên Rojhilat û Îranê yên ji bo jina Jîna Mahsa Amîniyê ku ji aliyê “polîsên exlaq”ê yên Îranê ve bi îşkenceyê hatibû qetilkirin, di roja 7’an de berdewam dikin.   Xwepêşandanên gel ên li dijî qanûnê dij-jinan hatin destpêkirin li Loristanê jî belav bûn. Li gorî çavkaniyên li Rojhilatê li Loristan û Tebrîzê xwepêşandanên mezin dest pê kirine.   TEHRAN   Her wiha li gorî çavkaniyên herêmî xwepêşandanên li Tehranê her diçe berfirehtir dibin û hêzên rejîma Îranê jî hewl didin bi sedan motorsiklêtan mudaxileyî xwepêşanderan bike. Hat diyarkirin ku li Tehranê ku dirûşmeya "azadî azadî" berz dibe, di navbera xwepêşanderan û hêzên rejîmê de pevçûnên dijwar rû didin.