Nobeda Edaletê: Ên xwe li bêdengiyê datînin şirîkên vî sûcî ne 2022-09-23 20:18:27   STENBOL - Malbatên girtiyan ku Nobeda Edaletê didomînin di hefteya 27'an a nobedê de li ber Edliyeya Stenbolê li hev kom bûn û gotin: “Ên ku deng ji xwe dernaxin şirîkên vî sûcî ne.“    Çalakiya Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyaye lê nayên berdan, di hefteya 27’an de li ber Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hat lidarxistin. Vê hefteyê Fînce Akman, dayika Yakûp Akman ê di Girtîgeha Sîlîvriyê ya Tîpa F ya Hejmara 3'yan de, Cemîle Çîftçî û Kûmrî Akgul, xwişkên girtiyê nexweş Selîm Çîftçî yê di Girtîgeha Umraniyeyê ya Tîpa L'Yê de, tev li çalakiyê bûn.    Ji xeynî xizmên girtiyan, rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeyê, parlamenterên HDP'ê Mûsa Pîroglû, Zuleyha Gulum û Oya Ersoyê jî piştgiriya çalakiyê kirin. Beriya nobedê gelek polîs, bi wesayîtên binçavkirinê dor li ber edliyeyê girtin. Polîsên dor li xizmên girtiyan girtin, bi hinceta biryara qedexekirina Nobeda Edaletê ji aliyê Qeymeqamtiya Kagithaneyê ve hatiye qedexekirin mudaxileyî çalakgeran kir û Fînce Akmanê û ji rêxistina HDP’ê ya navçeyê 4 kes binçav kirin. Di dema binçavkirinê de dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan“ û “Azadî ji girtiyên nexweş re“ hatin berzkirin.     Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû bertek nîşanê binçavkirina xizmên girtiyan da û diyar kir ku her hefte bi heman hincetê êrişê dayikan tê kirin û qasekê li ber edliyeyê çalakiya rûniştinê kir.    ‘JI BO ZAROKÊN ME JIYANA XWE JI DEST NEDIN EM LI VIR IN’    Xizmên girtiyan ber bi edliyeyê ve meşiyan û daxuyanî dan. Fînce Akmanê di çalakiyê de axivî. Akmanê anî ziman ku ew 7 meh in Nobeda Edaletê digirin lê ne dewlet ne jî tu kesî guh nedaye daxwazên wan û wiha got: “Tu televizyoneke tirk me nabîne. Ji me napirsin ku em çi dixwazin. Bi tenê êriş dikin. Em bi tenê dixwazin ku zarokên me bi saxî ji girtîgehan derkevin.“     ‘ÊN ÎŞKENCEYÊ LI DAYIKAN ROJ BÊ WÊ BÊN DARIZANDIN’   Parlamenter Mûsa Pîroglû jî anî ziman ku polîsên Stenbolê binçavkirina xizmên girtiyan ji xwe re kirine wekî helwesteke giştî û wiha axivî: “Li her derê êrişê dayikan dikin. Duh dayikan serî li Komeleya Mafê Mirovan da ku giliyê polîsan bikin. Her derê dayikan reş û sor bû. Gotin ku bi pehîn û kulman li wan hatiye xistin. Em polîsên kulm li dayikan xistine nas dikin. Ên ku vê îşkenceyê li dayikan dikin wê rojekê bên darizandin. Ji bo girtiyn bi mirinê re rû bi rû mane, em xwe ker nakin. Ên ku xwe ker dikin jî şirîkên vî sûcî ne. Girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin. Berpirs desthilat, rêveberiyên girtîgehan, Tiba Edlî û gardiyan in. Ên êrişî dayikan dikin şirîkên vê kuştinê ne.“    Parlamentera HDP’ê Zuleyha Gulum jî diyar kir ku dayik careke din hatine binçavkirin û got ku tu edalet li Tirkiyeyê nîn e.    ‘WÊ HESAB BIDIN’    Herî dawî Parlamentera HDP’ê Oya Ersoy axivî û wiha got: “Desthilata AKP-MHP’ê her ku diçe serî li rêbazên faşîstî dide û êrişê dibe ser kesên ku ji xwe re wekî dijber dibîne. Desthilata AKP’ê darazê li dijî dijberên xwe wekî darekî bi kar tîne. Mafên bingehîn ên mirovan tên xespkirin. Em ê bi hev re li dijî vê têbikoşin."