Malbatê ji bo cenazeyê keça xwe dest bi Nobeda Edaletê kir 2022-09-23 17:55:17   AMED – Cenazeyê Hatîce Ay a YJA Starî radestî malbatê nayê kirin. Dêya wê û birayê wê ji bo wergirtina cenaze li ber Edliyeya Amedê dest bi Nobeda Edaletê kirin.    Endama YJA Starê Hatîce Ay di 19'ê Îlonê de li navçeya Pîran a Amedê di êrişeke hewayî de tevî endamên YJA Starê Aliye Kiye û Hacer Sûcînê jiyana xwe ji dest dabû. Ji wê çaxê heya niha cenaze radestî malbatan nehatine kirin.    Ji ber vê yekê dayik Hîdayet Ay û bira Ayettûllah Ay ji bo cenazeyê xwe wergirin li ber Edliyeya Amedê dest bi Nobeda Edaletê kirin.    Dayik Ay bilêv kir ku wan cenaze teşxîs kiriye û DNA'ya wan li hev derketiye, lê dozger gotiye ew cenaze nade. Ay, da zanîn ku wan giliyê dozger kiriye.   'HEYA CENAZE NEDIN ME EM JI VIR NAÇIN'   Bira Ayetullah Ay jî wiha got: "Ev helwesta wan dijminatiya li hemberî kurdan e. Divê em cenazeyên xwe ji însafa wan re nehêlin. Ji bo vê me dest çalakiya Nobeda Edaletê kir. Heya ku em cenazeyê xwe negirin em ji vir naçin. Li midûriyeta polîsan dewsa pêçiya wê heye. Nasname diyar bûye. Ji ber ku nasname diyar e gazî me kirin. Li gorî qanûnan dema nasname diyar bû, divê cenaze bidin malbatê. Lê belê dozger dibêje, 'ez nadim.' Ji ber ku cenaze nadin, me jî des bi çalakiyê kir. Heya cenaze nedin me, em ji vir naçin.”