Li Rihayê zarokekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da 2022-09-23 17:28:13   RIHA - Li navçeya Kaniya Xezalan zaroka 16 salî ya bi navê Aynûr Tamak, bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.    Li Taxa Tamak a navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê zaroka 16 salî Aynûr Tamak li mala xwe bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. Hat ragihandin ku Tamakê bi derba çekê jiyana xwe ji dest daye û cenazeyê wê ji bo otopsiyê rakirine Saziya Tiba Edlî ya Rihayê.   Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.