Otobusa şaredariyê li jinêkê da 2022-09-23 16:54:54   AMED - Li navçeya Yenîşehîrê otobusa şaredariyê li jinekê da.    Li Rawestgeha Qesaban a navçeya Yenîşehîr a Amedê, ajokarê otobûsa şaredariya bajarê mezin a di bin rêveberiya qeyûm de û bi plaqeya 21 BF 100 li jinekê da. Şahidan gotin ku jina ku ji otobusê peya bû di navbera her du deran de ma piştî otobus bi rê ket jin di bin tekerê otobusê yê piştê de ma. Hate diyarkirin ku rewşa jina bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê û navê wê nehat zanîn giran e.    Cilên jinê di navbera deriyên otobusê hêj disekinin, polîsan cihê bûyerê girtin.