Serokê HAK-Îş’a Mêrdînê li avahiya sendîkayê mirî hate dîtin 2022-09-23 15:38:20   MÊRDÎN - Serokê HAK-ÎŞ û Hîzmet-Îş’a Mêrdînê Eşref Cîhan, li avahiya sendîkayê mirî hate dîtin.    Serokê Konfederasyona Sendîkayên Karkeran a Heq (HAK-ÎŞ) û Hîzmet-Îş’a Mêrdînê Eşref Cîhan, li avahiya sendîkayê mirî hate dîtin. Kesên di saetên sibê de çûn avahiya sendîkayê ya li Taxa 13’ê Adarê ya navçeya Artûklûyê , piştî Cîhan li erdî bê liv û tevger dîtin rayedar agahdar kirin. Tîmên tenduristiyê yên sewqî cihê bûyerê hatin kirin, tespît kirin ku Cîhan jiyana xwe ji dest daye.    Piştî lêkolîna cihê bûyerê cenazeyê Cîhan rakirin morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mêrdînê.    Tê texmînkirin ku Cîhan ji krîza dil jiyana xwe ji dest daye. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.