Li Mêrdînê 2 cenaze li goristana bêkesan hatin veşartin 2022-09-23 14:50:07 MÊRDÎN - Cenazeyên 2 kesên ku hefteya borî li herêma Omeriyayê di şer de jiyana xwe ji dest dabûn û nasnameyên wan nehatin tespîtkirin li goristana bêkesan hatin definkirin.     Li herêma Omerya ya Mêrdînê di şerê ku di 4’ê îlonê de dest pê kir û piştî bombebarana balafirên şer a 3 rojan dom kir de di 7’ê îlonê de 2 HPG'yiyan jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyên endamên HPG’ê yên jiyana xwe ji dest dabûn piştî rojekê anîn morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Nasnameya cenazeyên di morgê de dihatin sekinandin nehatin tespîtkirin û cenaze piştî ji bo DNA’yê mînakên xwînê hatin dayîn li goristana bêkesan a li Goristana Bajêr a Kamor a navçeya Artûklûyê hatin veşartin.    Li Mêrdînê hejmara cenazeyên li goristana bêkesan ên ji salên 90’î heta niha ve bi vî rengî derket 53’yan.