PDK, li ser girê ku leşker lê hatin kuştin baregehekê ava dike 2022-09-23 12:24:35   NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên girêdayî PDK’ê li ser gire ku leşker lê hatin kuştin ala Herêma Kurdistanê daliqandin û dest bi çêkirina baregehekê kirin.    Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) dîmenên baregeha leşkerî ya ku hêzên taybet ên girêdayî PDK'ê li herêmên ku êrîşên Tirkiyeyê lê didomin çêkirin weşand. Dîmenên ku ANF’ê bi dest xistî nîşan dide ku hêzên PDK’ê li girekî herêma Amêdiyê ku pevçûn lê dijwar in dest bi çêkirina baregeheke leşkerî kirine.    ‘DI BIN SIYA ALA BAŞÛR DE QEREQOL TÊ ÇÊKIRIN’   Rojnamevan Kûrtay Serhat ê di dema kişandina dîmenan de diaxive wiha got: “PDK ji artêşa tirk re di bin siya ala Kurdistana Başûr de qereqolê çêdike.” Serhat ragihand ku leşker di 4’ê tîrmehê de li ser vî girî bi cih bibûn û di 5’ê tîrmehê de HPG’iyan li wan dabû û got: “Li cihê ku ev al lê ye, leşkerên tirk bûn hedefa gerîla, leşkerek mir yek jî birîndar bû.”