Erdên gundiyan bi darê zorê jê standin û dan Cengîz Holdîngê 2022-09-23 12:01:02   MÊRDÎN - Erdên gundiyan ên li Taxa Girêsor a Şemrexê di bin navê “îstîmlaqkirinê” de dan Cengîz Holdîngê. Welatiyên ku li dijî makîneyên kar ên ketine nava erdên wan derketin, ji hêla cendirmeyan ve hatin astengkirin.    Kemçeyên aydê Tesîsên Etî Bakir ên girêdayî Cengîz Holdîngê, duh di saetên şevê de ketin nava erdên niştecihên Taxa Girêsor a Şemrex a Mêrdînê. Niştecihên gund xwestin kemçeyan ji nava erdên xwe derxînin û bertek nîşanî rewşê dan. Lê belê cendirme li herêmê hatin veguhestin û nehiştin ku gundî kemçeyan ji herêmê dexînin. Piştî ku bûyer mezin bûyî, parêzerê Etî Bakirê bi şêniyan re hevdîtin kir.    Rayedarê Etî Bakirê da zanîn ku di gulana 2018’an de têkildarî erdên navborî biryara “îstîmlaqê” hatiye dayîn û li gorî îdiayê wiha ji gundiyan re gotiye: “Hûn çi dikin bikin lê ev kar dê pêk bê. Ev der dikeve ber qada me ya madenê.” Lê bertekên gundiyan berdewam kirin û li ser vê yekê cendirmeyan gefa mudaxaleyê li gundiyan xwar. Gundiyan jî di bin dorpêça cendirmeyan de heta demekî çalakiya rûniştinê li dar xist. Bi ketina tariyê re gundiyan dawî li çalakiya xwe anîn.    JI GUNDIYAN STANDIN Û DAN CENGÎZ   Ji şêniyên gund Ramazan Erdîn têkildarî mijarê bi ajansa me re axivî. Erdîn, da zanîn ku Cengîz Holdînê di sala 2018’an de xwest erdên wan bikire û wiha qala pêvajoyê kir: “Bangî me kirin û xwestin hevdîtinê bikin. Xwestin erdên me bikirin. Hinek kesan qebûl kirin û hinekan jî qebûl nekirin. Yên ku erdên xwe firotin jî bihayê wê zêde gotin. Lê Cengîz Holdîngê jî got ku serê donimê dê 10 hezar lîre bide. Lewma kesekî erdên xwe nedan. Li ser vê yekê jî derheqê erdên me de bi lez û bez biryara îstîmlaqê hat dayîn. Serê her donimê 10 hezar lîre hesab kiribûn û ev pere şandin hesabên me. Me îtîraz kir. Dozên me berdewam in. Hinek doz biencam bûn. Lê pêvajo hêj berdewam e. Em vî pereyî qebûl nakin. Biryara îstîmlaqkirinê li ser daxwaza Cengîz Holdîngê hat dayîn. Dewletê erdên me ji me standin û dan Cengîz Holdîngê. Tapuyên me hêj di destên me de ne. Dozên me berdewam in. Em ê dev jê bernedin.”