Doza Girtina HDP’ê: Dewlet bû seferber 2022-09-23 11:29:39   ENQERE - Hevberdevkê Komîsyona Hiqûqê yê HDP’ê Serhat Eren redkirina îtîrazên têkildarî “nivîs û pêvekên’ ku Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind ji bo doza girtinê şandine nirxand û wiha got: “Dewlet di dosyaya girtinê de ji burokratên xwe heta miduriyeta polîsan bi temamî bûye seferber.”   Doza Girtina HDP’ê ku bi pêşkeşkirina îdianameya Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind di 21’ê hezîrana 2021’an de ji aliyê Dadgeha Destûra Bilind (AYM) ve hatibû qebûlkirin, didome. Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn, lêpirsîna ku parêzbendiya parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzelê hatibû rakirin û lêpirsîna têkildarî parlamenterê HDP’ê yê berê Behçet Yildirim hatiye vekirin jî weke delîl pêşkeşî dozê kir.    HDP’ê têkildarî “delîlên pêvek” ên AYM’ê qebûl kirin, di 26’ê tîrmehê de parastina ku ji daxwaz û îtîrazan pêk tê da. AYM’ê jî di 20’ê îlonê de daxwazên HDP’ê red kirin û biryara wext da ku ji bo HDP di nava 30 rojan de parastinê bide. Lê biryar hêj teblîxî HDP’ê nehatiye kirin.  HDP’ê xwestibû ku dozên derbarê wekîla Amedê ya girtî Semra Guzel û parlamenterê berê Behçet Yildirim de ku weke delîl hatine nîşandan bên derxistin û endamê AYM’ê Kenan Yaşar ji ber ‘îhsas-i rey’ ji dozê were vekişandin û doz were betalkirin.    Hevberdevkê Komîsyona Hiqûqî û Mafên Mirovan Serhat Eren, redkirina îtîrazên têkildarî nivîs û pêvekên ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind ve hatine pêşkeşkirin ji Ajansa me ya Mezopotamyayê (MA) re nirxand.    DELÎLEKE NÛ NÎNE   Eren, destnîşan kir ku belgeyên ku Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind pêşkeşkirine delîlên pêvek nînin encam dikarin bibin “nivîs û pêvek” û ev rewş wiha vegot: “Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind dema bixwaze nikare ji doza girtinê ya didome re belgeyekê bişîne. Me di îtîraza xwe de jî diyar kir ku ev nivîs û pêvek dikarin bibin mijara îdianameyeke nû. Divê bibe mijara îddîanameyeke din, lê Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind nikare îddîanameyeke din jî bide, ji ber ku di dozeke dewam dike de divê delîleke nû hebe, ku 'delîleke din' an jî 'îdîanameyeke zêde' were derxistin an jî peşkeş kirin. Ji ber ku delîleke nû nîne ev yek nikare ji bo lêpirsînên Yildirim û Guzel were sepandin. Dema îdianameya girtinê tê amadekirin, ya heyî dosyaya lêpirsînê ye. Piştî vekirina dosyayê ji ber tişta ku derkeve holê nikare weke delîl bê nirxandin jî Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind nikare vê bike îdianameya zêde.”   Eren, da zanîn ku dema îdianame li AYM’ê hatibû redkirin û îdianameya nû hate şandin jî ev dosyaya lêpirsînê hebû û wiha berdewam kir: “Lê Dadgeha Bilind nekir mijara îdianameyê. Esas dema AYM’ê jî ji me re belge şandin, ji vê re penase kirineke hiqûqî nekir û weke ‘nivîs û pêvekên wê’ şandibûn. Heke hûn di çarçoveya darizandina ceza de bidarizînin ji bo her belgeya bikeve dosyayê divê penasekirinek hebe.”   DAXWAZA DOZGER YA PAŞVEÇÛNÊ   Eren, bi lêv kir ku tenê endamê AYM’ê Kenan Yaşar têkildarî dozê tespîtek kiriye vê tespîtê baweriya bi bêalîbûn û serbixwebûna Yaşar têk dibe, ji ber vê yekê bi hinceta ku “îhsas-i rey” kiriye, daxwaz kirine ku paş ve bê kişandin û got: “Endamê AYM’ê Yaşar esas bi vê tespîtê têkildarî esasa doza girtinê fikra xwe vedibêje.” Eren, anî ziman ku texmîn dikin nivîs û pêvekên têkildarî wextê zêde yê 30 rojan hatiye dayîn de hatine şandin têkildarî nivîs û qeydên deng ên kurdî ne.   SEFERBERIYA DEWLETÊ YA GIRTINÊ    Eren, destnîşan kir ku komploya doza girtinê ya li dijî partiya wan di 5 rûpelên Nîşeya Agahdarkirina Şaxa TEM’ê ku Doza Kobanê de hatin ji bîr kirin de derketin holê. Eren diyar kir ku bi tena serê xwe 'Nîşeya Agahdarkirinê ya Şaxa TEM'ê' jî nîşaneyeke çawa ye ku saziyên hiqûqê ji wezîfedarên îstîxbaratê re, ji dozgerên herêmî heta komîteyên dadgehê di doza girtinê ya der heqê partiya wan de hatiye vekirin de dixebitin û got: “Di rewşeke ku bi tenê di bin wezîfeya Serdozgerê Komarê ya Dadgeha Bilind de ye ji dadgeriyê heta dozgerên herêmî her kes vê dozê dimeşîne. Di dawiyê de jî serdozgeriya herêmê lêpirsîna Semra Guzel û Behçet Yildirim ji Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind re dişîne. Tevî ku îdîaname ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind ve pêşkêşî Dadgeha Destûra Bingehîn hatiye kirin jî, dozgerên herêmî li dijî HDP’ê ketin nava hewldanên dîtina delîlan û dîtina dosyaya lêpirsînê. Peywîra Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind wan girtiye ser xwe. Di doza girtinê de dewlet bi giştî ji burokratên xwe heta miduriyeta polîsan seferber bûye. Ji ber vê yekê, bi darazê, miduriyeta polîsan û dozgerên herêmî re hewl tê dayîn HDP bê girtin.”    REWŞA AYM’Ê DILRIHETKER NÎNE   Eren da zanîn ku beriya niha têkildarî ku Îrfan Fîdan ê weke endamê AYM’ê hate hilbijartin jî ji şandeyê bê vekişandin îtîrazên xwe pêşkeşkiribûn lê ev daxwazên wan hatin redkirin û ev tişt gotin: “Fîdanê dema ku wek dozger, serdozger û cîgirê serdozger kar dikir, îmzeya wî heye û 49 lêpirsînên ku di îdianameya girtinê de cih digirin hene. Di rastiyê de yek ji rêgezên bingehîn ên hiqûqê ye. Eger di dema lêpirsînê de hûn dozger an jî dadger bin, di dema dozgeriyê de hûn nikarin di mekanîzmaya biryardayînê de cih bigirin. Nerazîbûnên me yên li hemberî vê yekê hatin redkirin. Di îhsas-ı Rey de îtîraza me ya li hemberî Kenan Yaşar jî wisa xuya ye ku hatiye redkirin. Nerazîbûnên me yên li hemberî van her du endaman dewam dikin. Helwesta AYM’ê ya heta niha li hemberî îtirazên me, zêde dilrihetker nîne.”   ‘BIRYARA GIRTINÊ MUDAXILEYA HILBIJARTINÊ YE’   Eren, destnîşan kir ku têkildarî îdiayên li ser HDP’ê yekane delîleke şênber nîne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di îddîanameyê de gotinên bi temamî di çarçoveya azadiya ramanê, civîn û meşa xwepêşandanê ya endamên partiyê, rêveber û parlamenteran de cih digirin. Asta herî kêm a xebatên siyasî û hiqûqî yên ku divê partiyên siyasî di demokrasiyan de pêk bînin di dosyaya girtinê de wek delîl tên nîşandan. Tê gotin; Tu nikarî bibêjî, tu nikarî civînan bikî, nikarî bimeşî. Di rewşa girtina dosyayên li ser wan de, AYM nikare biryara girtinê bide. Di dozên li dijî Tirkiyeyê de der barê girtina partiyên siyasî de biryarên binpêkirina DMME’yê hene. Qanûna dozê ya ji aliyê DMME’yê ve hatiye afirandin esas bê girtin jî, biryara girtinê nikare bê dayîn. DMME’yê prensîbên xwe diyar kirine. Tu pîvanên doza girtinê têra girtina partiya me nake. Em ketin pêvajoya hilbijartinê. Bi biryareke gengaz a girtinê ya AYM’ê re, hema beriya hilbijartinê wê derbeke darazê li siyasetê bêxistin. Em difikirin ku AYM biryareke ku dê bi mudaxaleya hilbijartinê bi encam bibe nede.”   MA / Berîvan Altan