Gotibû hemû lazimatiyên wan hatine peydakirin lê derket holê ku tenê 200 lîre daye 2022-09-23 09:06:31 AMED - Şaredarê AKP'î yê Rezanê Huseyîn Beyoglû ku YSK'ê ew kiribû şaredar, daxuyandibû ku hemû pêdiviyên dayika 3 zarokan Sevda Çaglarê ya di xaniyekî kavilbûyî de dimîne hatine peydakirin. Lê derket holê ku şaredariyê tenê 200 lîre daye Çaglarê.    Piştî me di 28'ê Tebaxê de derbarê dayika 3 zarokan Sevda Çaglar (27) a li Taxa Kaynartepe ya navçeya Rezan a Amedê di xaniyekî kavilbûyî de dijî, nûçeyek belav kiribû, gelek kesan alîkariya Çaglarê kiribû. Şaredarê AKP'î yê Rezanê Huseyîn Beyoglû ku YSK'ê ew kiribû şaredar jî, di 29'ê Tebaxê de serdana malbatê kiribû û derpêş kiribû ku hemû lazimatiyên malbatê peyda kirine. Çaglarê got ku şaredar tenê 200 lîre nakît û 3 kartên danûstendinê yên lîmîta wan 100 lîre dane wê.    Çaglar malavayiya wan kesan kir ku alîkariya wê kirine û bal kişand ser girîngiya piştevaniyê.   Çaglar da zanîn ku şaredar hatiye serdana wê û wiha got: “Tenê 3 kartên BÎM'ê û 200 lîre da. Got em ê alîkariya te bikin, lê tiştek neanîn. Ma ez ê çi bikim bi vî 200 lîreyî? Ez çûm marketê tiştek nayê kirîn. Welatiyan dolab, makîne, firin, tûp û ji bo zarokan cil û berg anîn. 3 milyar deynê min ê ceyranê dan. Lê ji bo zivistanê hê jî kêmasî hene; ne sobe, ne qazan, ne êzing hene. Ev xizanî berpirsiyariyek dewletê ye. Dewlet dê alîkariya gel bike. Kesên alîkarî kirin Xwedê ji wan razî be. Wan hemû alîkarî anîn. Dewletê tiştek neanî. Ew alîkariya dewlemendan û xizmên xwe dikin, lê dema ku mijar tê ser me nake. Hat, xwe nîşan da, got 'em ê alîkariyê bikin, vê qertê da min' û çû. Careke din telefon kirin û gotin, ew ê alîkariyê bikin, lê dema min telefon kir gotin em nikarin bên. Min jî got 'ne hûn ne jî xêra we.'"