Karkerê ji ser înşeatê ket jiyana xwe ji dest da 2022-09-22 20:35:51   SAMSÛN- Li Samsûên karkerê 67 salî Yûsûf Goktaş ku ji qata 10'an a înşeatê ket xwarê, jiyana xwe ji dest da.    Li Taxa Buyukkolpinar a navçeya Atakûm a Samsûnê karkerê înşeatê Yûsûf Goktaş ê 67 salî ji qata 10'an a înşeatê ket xwarê. Goktaş li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.   Cenazeyê Goktaş ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Samsûnê.    Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.