Di Doza Vartînîsê de der barê bersûc Karaoglû de biryara bultena sor 2022-09-22 18:22:33   ENQERE – Di Doza Komokujiya Vartînîsê de ku ji nû ve hatibû destpêkirin, hat xwestin ku "bultena sor" ji bo bersûc Bulent Karaoglû bê derxistin ku wê demê Fermandarê Alaya Cendirmeyan bû.    Li bajaroka Vartînîs a Mûşê di 3'yê Cotmeha 1993'yan de ji heman malbatê 7 jê zarok 9 kes hatibûn qetilkirin. Danişîna Doza KOmkujiya Vartînîsê li Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Kirikkaleyê hat lidarxistin. Aysel Ogut ku ji komkujiyê filitîbû û xizmên malbatê tevlî dnaişînê bûn. Parêzerên dozê jî bi Pergala Deng û Dîmenê (SEGBÎS) tevlî dnaişînê bûn.   Piştî tespîtkirina nasnameyê ewilî Serokê Baroya Mûşê Kadîr Karaçelîk axivî. Karaçelîk destnîşan kir ku îhtimala ku doz têkeve ber demboriyê heye û xwest ku derbarê Fermandarê Alaya Cendirmeyan ê wê demê Bulent Karaoglû de bultena sor bê derxistin.    Ji malbatê Nûrûllah Ogut jî got: "Bersûc mirovekî hov e. Dê dozger jî, dadger jî û welatiyan jîb ikuje. Me dît bê çawa em kuştin. Bulent Karaoglû ne zilamekî rasteqîn ê dewletê ye. Di danişîna şeşan de diyar kir ku ser serdarekî sixte ye. Divê rutbeyên wî bên betalkirin ku karibe were. Bulent efserek kuşt. Karaoglû tê, esfer Mûstafa tîne nava Altinovayê. Çûn û hatine wî sê deqe ye. PIştî dengê çekê, bi 2-3 deqeyan. Hem Mustafa dikuje hem jî li cem hevjîna wî şînê digire. Bulent Karaoglû, li Altinovayê dewlet ava kir. Divê em bidin dû vî zilamî. 7 caran hat vira. Me xwe ragirt û lêneda. Zilm li me kiriye lê hûn hê jî difikirin em bultena sor derxin an na. Em baş dizanin Bulent li tu derî li gor qanûnê hereket nekiriye. Dest deynin ser meaşê wî û rytbeya wî ku bê."    Piştî parastinan heyeta dadgehê biryar da ku der barê Bulent Karaoglû de bultena sor bê derxistin.   Heyetê danişînê taloqî 20'ê Cotmehê kir.