Malbatên girtiyan: Kesên xwedî wijdan divê ji bo çareseriyê israr bikin 2022-09-22 13:34:02   AMED – Malbatên girtiyan ên Amedê di çalakiya Nobeta Edaletê ya îro de diyar kirin ku ew ji bo çareserkirina pirsgirêkên girtiyan biisrar in û wiha bang kirin: “Bila kesên xwedî wijdan jî ji bo çareseriyê israrê bikin.”    Malbatên girtiyan ên Amedê bi daxwaza ku girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin bên berdan, dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan di roja 310’an de li pêşiya Edliyeya Amedê berdewam kir. Endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) û Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) jî ji bo piştgiriyê tev li çalakiyê bûn.    Di çalakiyê de yek ji xizmên girtiyên nexweş Herdem Mervanî axivî û da zanîn ku wan weke malbatên girtiyên nexweş bi hezaran caran daxwaza azadiya girtiyan kirine. Mervanî, anî ziman ku wan gelek caran daxwazên xwe dubare kirine lê heta niha jî bersiv nehatiye dayîn û wiha domand: “Gelek caran di qanûnan de guhertin kirin û gelek kez bi veşarî berdan. Haya me jê heye, em dişopînin. Lê belê ji bo girtiyên me tu tişt nayê guhertin. Zext û tundiya li ser girtiyên me zêdetir bû. Girtiyên me bernadin û wan dibin cîhên herî dûr. Girtiyên me yên ku raporên wan hene û nikarin girtîgehan de bimînin, hêj jî di zindanan de ne. Di gelek girtîgehan de ji fikrên cuda gelek girtî ketine greva birçîbûnê.”    ‘KESÊN XWEDÎ WIJDAN BILA DI ÇARESERIYÊ DE ISRAR BIKIN’   Mervanî berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku ew weke malbatên girtiyên nexweş li kolan in û wiha bi dawî kir: “Lê heya niha jî kesekî bersiv nedaye me. Em derdê xwe bi vekirî ji wan re dibêjin lewma êdî derdê wan çibe bila ew jî bi vekirî ji me re bibêjin. Heke bibêjin berdana girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin li dijî qanûna ne, we çima kesên din bi veşarî berdan? Wek malbatan em vê yekê şermezar dikin. Ev bû 11 meh ku em li kolanan in. Me gelek êş kişandin lê we fêm nekir. Hûn çima fêm nakin? Wisa dikin ku em bêhtir biêşin û pirsgirêk mezintir bibe. Rêya me rêya heq e. Em mafê xwe yên gerdûnî dixwazin. Divê di zûtirin demê de çareseriyek bê peydakirin. Em di çareseriyê de biisrar in û kesên xwedî wijdan jî bila di çareseriyê de israr bikin.”