Gundiyê ku îşkence lê hatibû kirin hat girtin 2022-09-22 10:45:22   COLEMÊRG - Welatiyê bi navê Esat Çakmak, di dema operasyona leşkerî ya li ser gundê Darê yê Geverê de hatibû binçavkirin û bi rojan hatibû îşkencekirin. Çakmak, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hat girtin.   Artêşa tirk di 18’ê îlonê di saetên serê sibehê de li gundên Darê, Memkava, Nêbarê û Kaport ên Gever a Colemêrgê operasyona leşkerî da destpêkirin. Di dema operasyonê de li zozanên Kaport û Memkavayê di navbera artêşa tirk û HPG/YJA Starê de pevçûn derket. Pevçûn bi saetan domiya. Piştî pevçûnan jî leşkeran bi ser gundê Memkavayê de girt û di dema serdegirtinê de 10 kesên ji malbata Ozkaplan hatin binçavkirin û şandin Midûriyeta Emniyetê ya Geverê. Her wiha li gundê Darê jî welatiyê bi navê Esat Çakmak hat binçavkirin. Welatiyên hatin binçavkirin piştî kar û barên îfadegirtinê yên li midûriyeta emniyetê, di saetên êvarê yên 19’ê îlonê de hatin berdan. Xwediyê malê Osman Ozkaplan jî sewqî dozgeriyê hat kirin û bi şertê kontrola edlî hat berdan.   BI ÎDIAYA ENDAMTIYA RÊXISTINÊ HAT GIRTIN   Hat zanîn ku şêniyê gundê Darêyê Esat Çakmak bi rojan di bin çavan de hat îşkencekirin. Çakmak, duh piştî kar û barên îfadegirtinê yên li Midûriyeta Emniyetê ya Geverê sewqî Edliyeya Geverê hat kirin û îfade da dozgeriyê. Dozgeriyê, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” xwest Çakmak bê girtin û sewqî Dadgeha Cezayên Silhê ya Nobedar a Geverê kir. Dadgehê jî bi heman hincetê biryara girtinê da.