Şakar: Berpirsyarê tecrîda li Îmraliyê CPT û DMME ye 2022-09-22 10:22:40   NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzer Mahmût Şakar diyar kir ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tenê mijareke navxweyî nîne û wiha got: “Her wiha mijareke navneteweyî ye. Dozeke hiqûqî ye. Ev bû 18 meh ku CPT bersivê nade serlêdanên parêzeran. Lewma ji tecrîda heyî CPT û DMME berpirsyarin.”    Hewldanên parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ya li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bêencam tên hiştin. Di vê navberê de ji welatên Ewropayê 350, ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Sûriyeyê 691 û ji welatên ereban jî 756 parêzeran bi mebesta hevdîtina bi Ocalan re serî li Wezareta Edaletê dan.    Ji parêzerên Ocalan, Mahmût Şakar ku tev  li civîna çapemeniyê ya parêzerên Ewropayê bûbû, têkildarî mijarê bi Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî.    Şakar, da zanîn ku pergala tecrîdê ya li Îmraliyê ev 24 sal in qet neguheriye û wiha got: “Di navbera salên 2005-2009’an de bi hinceta cezayên disiplînê nehiştin hevdîtin çêbibin. Di sala 2005'an de cezayê disiplînê dan Rêber Ocalan û 20 rojan di hucreyê de ma. Dixwazin îro jî heman tiştî bikin. Ev polîtîkayên zilmê ne û rewa nînin. Ji bo cezayên disiplînê jî sedemên weke ‘çima li qada girtîgehê dimeşe’ tê nîşandan. Tecrîda girankirî girêdana xwe bi êrişên giran ên dewleta tirk ên li dijî her çar parçeyên Kurdistanê û bikaranîna çekên qedexekirî re heye. Ev desthilatdarî li ser bingeha şer hat avakirin. Bi tu awayî nahêle bi Ocalan re hevdîtin bên kirin. Şer û tecrîd bi hev ve girêdayî ne. Her ku tecrîd giran dibe, şer jî girantir dibe.”   ‘LI CÎHANÊ QANÛNEKE WIHA NÎNE’   Bi domdarî Şakar, anî ziman ku li tu deverekê cîhanê mînakeke weke tecrîda girankirî ya li Îmraliyê nîne û wiha pê de çû: “Tu qanûn nikarin vê tecrîdê rewa bikin. Hevdîtina bi parêzer û malbatan re bi qanûnan hatiye parastin. Di qanûnên Ewropayê de parastina mafan pir girîng tê dîtin. Bi tu awayî hevdîtinên bi girtiyan re nayên qedexekirin. Ev bû 18 meh em çi agahiyan ji Ocalan nagirin. Em ditirsin ku rewş xerabtir bibe û di vê mijarê de fikarên me hene.”    MAFÊ HÊVIYÊ    Parêzer Şakar, bi lêv kir ku azadî hêviya her girtiyekî ye û ev tişt anî ziman: “Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di sala 2014’an de biryar da ku binpêkirina mafê hêviya azadiyê yê girtiyan, îşkence ye. Her wiha destnîşan kir ku qanûna Tirkiyeyê ji bo Ocalan derxistiye li dijî mafên mirovan e û divê were guherandin. Dewleta tirk di mijara parastina mafên mirovan de qanûn û biryaran binpê dike. Mafê hêviyê, mafekî rewa ye. Dê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê vê mehê bicive. Divê Tirkiye bersiva xwe ya derheqê Ocalan û hevalên wî de li wir bibêje.”   ‘GUMAN LI SER CPT Û DMME’YÊ HENE’   Şakar, destnîşan kir ku Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) gelek caran çû Îmraliyê û derheqê tecrîdê de rapor amade kirine. Şakar, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev bû 18 meh ku parêzer serî li CPT’yê didin lê yek bersivê nade. Lewma berpirsyarê tecrîda heyî CPT û DMME ye. Bêdengiyeke pir mezin heye. Divê di vê mijarê de tiştekî bikin û tev li bibin. Têkiliyên aborî û siyasî yên CPT û DMME’yê bi Tirkiyeyê re hene lewma çavên xwe li van bêhiqûqiyan digirin. Ew jî dizanin ku divê dewleta tirk li gorî qanûnan tevbigere lê zextê lê nakin. CPT bêyî ku destûrê bixwaze, kengî bixwaze dikare biçe Îmraliyê. Ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Ocalan divê têkoşîna heyî bêhtir bê xurtkirin. Çalakiya 350 parêzeran bibandor bû. Careke din nîşan da ku tecrîda li Îmraliyê ne tenê mijareke navxweyî yê kurdan lê mijareke hiqûqî yê navneteweyî ye.”